Îsal Newroz li Kurdistanê û li hin welatên Ewrûpayê, bi taybetî jî li Almanya, li Bonnê û li Frankfurtê bi coşeke mezin û bi beşdariya bi sedhezaran hat pîrozkirin.
Nowroza îsal li gorî salên borî bêtir siyasî û bi heyecan bû. Bafil Talabanî, Evdila Ocalan,
Nêçîrvan Barzanî mesaj şandin Newroza Amedê, Mesûd Barzanî mesaj şand Newroza
Bonnê.
Evdila Ocalan wek Newroza par, îsal jî di mesaja xwe ya dirêj da ji kurdan ra
tiştek nexwest, heta qala navê kurd, Kurdistanê jî nekir, dîsa kurdên miletperwer, azadîxwaz
rexne kir, xwest kurd entegreyî Tirkiyê bibin.
Di tarîxê da numûneyeke wiha tuneye, miletekî bindest ji lîderekî dixwaze ew azad nebin, bindest bimînin ra li çepikan dixin, wî wek rêberê xwe dibînin. Rewş ji sendroma Stockholmê jî xerabtir e. Bi sedhezaran însan bûne mankurt.
Lê ne milet tenê, hin serokên din jî di mesajên xwe da pesnê Evdila Oclan dan, ew mezin kirin.
Meriv nizane çi bibêje! Mesela kurd hewqasî li hev gerîyaye, bûye porê dînan, bûye gêrmiya gavanan. Meriv nikane ji hev derxîne.
Ez tim dibêjim, heta Evdila Ocalan sax be kurd ji vê îpnotîzmayê, ji vê xewa mirinê xelas nabin.
Însan kerr û kor bûne, ji bin bandora Evdila Ocalan dernakevin. Hin kesên bûbûn îkonên liberxwedanê jî xwe hetikandine, bûne berdevk û murîdên Evdila Ocalan. Ev yek jî tesîrê li milet dike.
Li Sûriyê ereban êrîşê kurdan kirin. Kurdên ji Newroza Helebê vedigeriyan, ereban bi rê da êrîşî wan kirin, ala Kurdistanê şewitandin, gelek kes birîndar in.
Li Qamîşloyê xelkê ev êrîş şermezar kir û hin teşxele çêbû. Meriv kane bibêje li Kurdistana Rojava nerehetiyeke mezin heye.
Li Başûr jî Îran û çeteyên wê yên ereb êrîşên ser Kurdistanê nasekinînin. Herêm, Kurdistan dikele. Şerê Îranê, Amerîka û Îsraîl gurr dibe.
Do bi şev Îranê fuzeke pir mezin avêt ji Îsraîl da. Herî kêm 25 kes hatine kuştin û 250 kes jî birîndar in. Cara pêşî ye Îran fuzeyeke hewqasî bi tesîr bi kar anîn. Îsraîl di şokê da ye.
Diyar di destê Îranê da gelek fuzeyên balîstîk yên menzîldirêj û pir bi tesîr hene.
Donald Trump do dîsa Îran tehdît kir, got heger Tengava Hurmizê heta 48 seetan venebe emê li îstasyonên enerjiyê û elektirîkê xin. Îranê jî got bersîva me ewê pir dijwar be.
Yanî şer berfirehtir dibe, welatên ereb jî ewê tevî şer bibin. Çimkî Îran bela xwe ji wan venake.
Hêvî dikim kurd ne li zirarê, li karê derkevin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar