Di medyaya sosyal da ji alî hevalên, piştgiriyên Îranê va li ser şerê Îranê, Îsraîl û Amerîkayê gelek dezînformasyon.
Hevalên Îranê gelek xeberên ne rast, ji kok da vir belav dikin. Dixwazin bi van xeberön derew moral û gazê bidin hêzên îslamî.
Di warê leşkerî da malik li Îranê viritiye, Îran wêran dibe, ew dibêjin Îran bi ser ketiye, Îsraîl ji binda wêran bûye, Amerîka jî dixwaze teslîm bibe.
Rast e Îran baş li ber xwe dide, gelek hazirî kiriye, bi hezaran dron û fuzeyên balîstîk depo kirine, gelek zirar da welatên Kendavê û Îsraîl. Lê yê li ber têkçûnê ye Îran e. Îranê wisa kir dibê bike, mele nekevin nabe, pir talûke ye.Îran bi girtina Tengava Hurmuzê rêbiriyê dike. Tengava Hurmuzê ne ya Îranê ye. Ewê mecbûr bibe veke.
Dibê meriv pir bi temkîn li xeberên di medyaya sosyal da belav dibe binêre.
Çavkaniyên herî saxlem xeberên ajansên mezin in.
XXX
Eger ev vîdeo rast be, wê demê hêza Îranê ya leşkerî pir û
pir mezin e, derî aqil e. Wek xiltan binê her çiyayê Îranê kolan e, bi hezaran
fuzeyên balîstîk xistine binî, tespîtkirina wan pir zor e.
Vîdeo, fuzeyeke Îranî li Îsraîlê dixîne nîşan dide.
Felaketeke mezin e. Belkî jî atom jî çêkiribin. Çimkî
digotin em kanin Îsraîl ji ortê rakin.
XXX
Iraq û Amerîka bi hev ra komîteyekê çêdikin ji bo ku
ewlekariyê baştir organîze bikin.
Hêzên şîî ewê xwe ji Îranê dûr bixin. Çimkî Îran êdî hespeke
mirî ye. Îranê bikeve, çareseriyeke din mimkûn xuya nake.
Şîîyên Îraqê bi Amerîkayê ra nexebitin ewê jî bi Îranê
herin.
XXX
Li Şamê hêzêz ewlekariyê girtine ser aşxaneyekê. Bi hinceta
li aşxaneyê alkol tê serwîskirin, wek wahşan bi copan bi mêr û jinan ketine,
xelk perîşan kirine.
Di vîdeoyê da tê dîtin çawa xelkê cop dikin.
Ereb, hêzên îslamî ji însanîyetê, ji medenîyeyê, ji
demokrasiyê bêpar in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar