29 mars 2026

Îranê êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî înkar kiriye

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi beyanekê êrişa ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kiriye, gotiye "êrîşeke terorîstî ye, dibê were mahkûmkirin."

Eraqçî him êrîş bi çeteyên xwe yên ereb daye kirin, him jî êrîşê şermezar dike, dixe hustuyê Amerîkayê û Îsraîl. Derew jî beşekî ji wezîfeya wî ye.

Derew belaş e, heger piştî her derewê li eniya meriv quloçek çêbibûya wî yê ev derewa nekira.

Lê Eraqçî ne tenê êrîşa xwe înkar kiriye, di ser da gotiye, Amerîkayê û Îsraîlê ev êriş kiriye, ne çeteyên wî.

Durûtiya meleyan meşhûr e, him bi çeteyên xwe êrîş kirine, him jî êrîşî dixe hustuyê Amerîkayê û Îsraîl. 

Gava exlaq tunebe wiha ye.
Kesên bi namerdî Simko Axayê Şikakî, Dr. Evdirehman Qasemlo, Şerefkendî û hevalên wan bikujin helbet ewê êrîşa xwe înkar bikin, bibêjin ne em in. 

Lê Eraqçî înkar bike jî em dijminê xwe nas dikin, em zanin bêyî emrê Ebas Eraqçî çeteyên wî mala Nêçîrvan Barzanî bombe nake.

XXX

Erebên bûne tajiyên meleyên îranê îro bi dronekê êrîşî ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê kirine.

Meleyên faris pînc in, ne bi xwe, kûçikên xwe berra kurdan didin.

Meleyên faşîst Rojhilata Navîn kirine hêlîna terorîsttan. Li Îraqê, li Libnanê, li Yêmenê, Hammas û bi dehhezaran terorîst çekdar kirine. Dewleteke wiha gerek birûxe.

Hey carê şer dest pê kiriye, dibê Amerîka, Îsraîl, Siûdî û welatên Kendavê jî êdî li van çete û rêbiran xînin.

Êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî bi şîdet şermezar dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar