Do li Amedê di Konferansa Platforma Netewî ya Kurdan da hin kes bi tirkî peyivîne.
Hin vîdeoyên van axaftinên bi tirkî di medyaya sosyal da hatin parvekirin.
Gelek
tirk henekên xwe bi kesên bi tirkî dipeyivin dikin, heqaretê li wan dikin. Dibêjin,
”lawo, madem hûn hewqasî kurdperwer in, nasyonalîst in çima hûn bi zimanê xwe
napeyivin?
Heger hûn bi rastî kurdperwer in, bi zimanê me nepeyivn, bi zimanê xwe bipeyin.
Şikir ez tu carî marûzî êrîş û heqaretên wiha nabim, çimkî ne bi tirkî nanivîsînim, vîdeoyên bi zimanê tirkî parve nakim.
Lê heqaret li şexsê min neyê kirin jî bi min zor tê, pê diqeherim.Çimkî tirk li kurdan heqaretê dikin, dibêjin madem hûn hewqasî ji tirkan aciz in bi zimanê me nenivîsin, nepeyin…
Heta em bindest bin em nikanin tirkî ji binda nepeyivin, bi tirkî nenivîsînin. Tiştekî wiha ne mimkûn e. Hin der, hin wext hene em mecbûr in bi tirkî bipeyivin, çimkî dewleta me tune ye, em hemwelatiyên Tirkiyê ne. Li dibistanên wan perwerde dibin, dîplomayên wan digrin, dibin leşkerên dewleta tirkan.
Lê hin derên kurd ne mecbûr in bi tirkî bipeyivin hene. Gava li wir jî ne bi kurdî, bi tirkî bipeyivin şaş e, dibê meriv qebûl neke û rexne bike.
Kurd di malên xwe da, li çarşî û bazarê, di civîn û konferansên xwe da, di parvekirinên xwe yên di medyaya sosyal da ne mecbûrî tirkî ne.
Bi taybetî kesên kurdî zanin di civîn, konferansan da dibê bi tirkî nepeyivin.
Gava bi tirkî
dipeyivin tirk tirkî ji wan ra dikin serhevde, dibêjin heger hûn pir kurdperwer in ne bi zimanê me, bi zimanê xwe bipeyivin.
Ji Platforma Netewî ya Kurdan ra serketinê dixwazim, hêvî dikim girîngiyê bide zimanê xwe, di civînên xwe da kurdî bipeyivin, kurdî bikin zimanê xwe yê yekê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar