30 mars 2026

Li warê me yê nuh salek me qediya

Li vî cî û warê me yê nuh salek me qediya, wext pir zû herikî, em tew pê nehesiyan. Camêrê xanî firot me bi bîra me xistiye.

Sîmsarê/Delalê xanî firotibû me mesajek şandiye ji min ra, gotiye, di vî xaniyê nuh da sala te qediya. Hûn ji xaniyê xwe, ji herêma xwe memnûn in ya na? Min xwest li halê we bipirsim.

Mesaj hefteyek berê şandibû, min do bi şev dît. Min got, mala te ava be, em ji xaniyê xwe jî, ji herêma xwe jî pir memnûn in.

Delalê me xortekî kurdê Konyayê bû, yekî jêhatî bû, xaniyê me jî wî firot.
Di 18´ê mehê da sala me qadiya. Salek pir zû derbas bû, ez û xanim salek din kal û pîr bûn, hinekî din ji hêz û taqetê da ketin, hinekî din jî nêzî dawiya jiyanê bûn.
Tiştê herî baş, em nuha nêzî mala lawikê xwe û neviyên xwe ne. Xanim rojê 3-4 seetan diçe ber zarokan, alî diya wan dike, heta êvarî Rojen ji kar tê.
Em bi zarokan ra kurmancî dipeyivin, înşela ewê çend gotinên kurmancî fêr bibin. Hinekî din mezin bibin ezê ji wan ra xemîşokên/çîrokên kurmancî bibêjim, bixwînim.

XXX

Dayikeka Culemêrgî ya şivan e, ya jî diçe bêriyê, keça xwe û berxik bi hev ra xistine tûrik û avêtiye ji pişta xwe da.

Dîmenekî muhteşm e, ji berxa xwe jî wek keça xwe hez dike.

Xweza Kurdistanê meriv dibe heyaran.

Gelo ev kîjan çi ya û kîjan zozan e?

XXX

Fermo malbateka kurd nas bikin. Her ferdekä malbatö 5-6 zimanî dizane.

Esas ji bo kurdan ev ne tiştekî normal e. Her kurd, herî kêm du-sê zimanî zane.

Kurdên xwende, zanîngeh qedandine giş herî kêm 3-4,5 zimanî dizane.

Li herêmê miletê herî cahil tirk in, tenê tirkî zanin. Ereb jî, faris jî ji wan pêşdatir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar