Zêdeyî salekê ye di ser ”pêvajoya aştiyê” ya derewîn, ya xapandinê ra derbas bûye. Hukûmet hîn jî serî li xwe digerîne, wek dansozan xwe rast û çep çerx dike, carê bi hincetekê, maneyekê dibîne, meselê çend mehan dirêj dike. Yanî ne dawiya derewan tê, ne jî kêla maneyan tu carî tije dibe.
Berî eydiyê gotin, ewê piştî eydiyê gavên pir muhîm bavêjin.
Nuha jî medyaya nêzî hukûmetê dibêje, ji
ber şerê Îranê, derengketina çekberdana PKK´ê, nizanim ji ber çi û çi hukûmetê mesele taloqî meha temûzê kiriye.
Hedefa hukûmetê ya vê carê, ”berî meclîs têkeve tehtîlê pêvajoyê biqedîne…”
Berê mesela Sûriyê, PYD´ê, HSD´ê dikirin hincet, digotin heta ev mesele hel nebe em tu gavan navêjin.Mesela Sûriyê bi destê Evdila Ocalan tam li gorî dilê tirkan hel bû, ked û destkeftiyên kurdan ên bi fedekarî û bi xweîna hezaran şehîdan hatibûn bi dest xistin, giş bi avê da berdan, lê hukûmetê dîsa jî tu gav mav navêt.
Çimkî derew dikirin, xapandin bû.
Derewa herî dawî ya vê carê jî, şerê Îranê ye. Ma berî eydiyê jî şerê Îranê tunebû?
Dawiya derewan nayê. Nêta wan tune tu mafî bidin kurdan. Ji xwe Şêwirmendê Erdogan Mehmet Ûçûm eşkere gotiye, kesên ji bo kurdan qala mafên netewî, kollektîf dikin li dû perçekirina Tirkiyê ne, ewê destûrê nedin wan. Çareseriya meselê dibê kurd entegreyî civata tirk bibin.
Yanî dibê kurd asîmîlasyonê, tirkbûnê qebûl bikin.Wan û Evdila Ocalan li ser entegrasyona PKK´ê, partiya DEM´ê û kurdên girêdayî wan li hev kirine. Bi zanetî meselê dirêj dikin, ji bo ku melet terka Evdila û hevalên wî neke. Lema tim benekî di guhên nezanan ra dikin, tim bi dereweke nuh hêviyekê didin însanan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar