Hin kes dibêjin, çawa meriv hîn jî dibe hevalê Evdila Ocalan, hîn jî wî û fikrên wî yên ji bo kurd û Kurdistanê diparêze?
Gelek caran min jî eynî tişt gotiye…
Bi hezaran kesên zana, hêja, kurdperwer, canfîda, fedekariyên mezin kirine, bi
salan di zindanan da mane dev ji Evdila Ocalan bernadin.
Di warê fikrî da sarbûnek, qutbûnek çêbûye, meriv viya dibîne, lê di warê rûhî,
hestîyarî da qutbûn pir zor e. Heta ji bo gelekan ne mimkûn e jî.
Çimkî gava însan bi salan bibe hevalê yekî nesaxlem, yekî xerab dema meriv bi viya dihese veqetandin pir zor e.
Meriv naxwaze rastiyê qebûl bike, bibêje her tiştê min bi salan kir, bi salan got, serokê, partiya bi salan min jê bawer kir, min da dû şaş bû, ez xapiyam.
Qebûlkirina xapandinê pir zor e.
Fena kesê bi salan zikir û îbatetê bike, bi axretê, bi cinet û cahnimê baweriyê bîne û dûra fêm bike ku tiştekî wiha tune ye, heta wê çaxê xapiya ye.
Mesela hevalên PKK´ê û heyranên Evdila Ocalan jî ev e. Însan
nikanin rastiya Evdila Ocalan, hevakariya wî ya bi dewletê ra qebûl bikin.
Gava li vîdeoyên wî, li dengê wî guhdarî dikin tiştekî nabihîzin.
Gava beyanên wî dixwînin tiştek nakeve serê wan, hestên wan, girêdana wan ya
rûhî, psîkolojîk nahêle ew rastiyê qebûl bikin, hestên wan ew kerr û kor
kirine; ne dibînin, ne dibihîzin. Dibêjin derew e, Evdila Ocalan viya negotiye,
ev deng ne yê wî ye, sexte ye, dijminên wî buhtanan lê dikin.
Ji bo wê jî Evdila çi bike, çi bibêje jî kêm kes ewê dev jê berdin. Yên ji wan
veqetin jî ewê bitevizin, li malên xwe rûnin. Çimkî ji bo wan kesan trajediyeke
mezin e. Wan pir kişandiye, zarokên wan şehîd bûne. Girêdana dilî pir xurt e.
Heta Evdila sax be ev yek ewê wiha dom bike. Veqetandin ewê kindik be.
Lê ji ber ku rewş wiha ye, nayê maneya merivê Evdila Ocalan û hevalên wî,
partiyên pê ra rexne neke.
Serokê eşîrê çiqasîç xerab be jî kurd dev ji eşîra xwe bernadin, îltîhaqî
eşîreke din nakin.
Guhertina partiyan jî pir zor e, heta ji bo piraniyê ne mimkûn e, meriv li mala
xwe rûdine. Ne hevalên PKK´ê tenê wiha ne,
hevalên partiyên din jî kêm, zêde wiha ne, zû bi zû dev ji serokê xwe, ji
partiya xwe bernade.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar