31 mars 2026

Êdî di Hindik-Rindik da bîjografiya min bi îngilîzî jî heye

Emer Farûk Baran ji min bêtir li bloga min ”Hindik-Rindik” miqateye. Dûzanê didê, xweşik dike, utî dike, tew haya min jî jê çênabe.

Camêr çend roj berê kurtebîyografîya min bi îngilîzî li bloga min zêde kiriye haya min jê çênebûbû.

Îro pirsî, got ”apo, te eciband, ne eciband, fikrê te çi ye?”
Ez şermezarî bûm, min got wele min nedîtiye. Min efû bike. Te çi kiribe min qebûl e.

Serê min tim pir meşxûl e, bala xwe nadim der û dora xwe. Nivîsa çend roj in li jorî bloga min zêde bûye jî nabînim. 

Min pir fedî kir. Konsantrasyona min tim li ser nivîsa min a rojene ye, li wiya difikirim, dibê nivîsa xwe ya rojê hazir bikim. Ji bo ku xwendevan destvala ji bloga min venegerin.
Îro, heta nuha 4923 kesî riya xwe bi bloga min xistiye, xwesiye bizanibe hela min çi nivîsîye. Dibê ez qedrê wan bigrim û her roj update bikim, miheqeq nivîsekê, du nivîsên nuh lê zêde bikim.
Li vî xaniyê nuh ez bûme kebanî. Çimkî xanim danê nîvro dihere ber neviyên xwe, ez li mal dimînim. Gava êvarî tê malê, dibê xwarina wê hazir be.
Ez dibêjim em karên xwe bi hev biguherin qebûl nake. Esas Aras her roj pirsa min dike, dibêje”farfar, farfar”,  yanî pirsa mina(kalo) dike…
Ez wî baş li hev dikin, em çavgirtonkê dilîzin. Ew xwe vedişêre, ez lê digerim. Ji vê lîstikê ra pir kêfa wî tê.
Ez rojekê ji dêl xanimê va çûm, kêfa zarokan pir hat. Lê xanim qebûl nake ez herim. Didexise…

Bîyografiya min bi îngilîzî:

I am Zinarê Xamo, from Wêranşar. According to my mother, I was born in late autumn in 1950.
I have been the owner of this blog since 2007. In 1980, I came to Sweden as a Kurdish exile, and I have lived in Stockholm ever since. I have a deep love for reading, writing, literature, history, memoirs, traveling, and seeing both my homeland and the world. I am in love with my language.
For that reason, since 1980—the moment I arrived in Sweden—I have written without pause. Fate granted me the role of being the first Kurmanji blogger in exile. Since 2007, I have been the most active Kurmanji blogger.
I have authored four books and thousands of articles. The titles of my books are: Hindik Rindik, Anthology of Children's Stories, Stiriyên Me (Our Thorns), and Diary of an Exile.
I also have a translation from Swedish: Follow Your Heart by Susanna Tamaro.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar