01 april 2026

Qebûlkirina xapandinê zor e

Astronom, kosmolog û nivîskarê amerîkî Carl Sagan li ser kesên hatine xapandin gotiye:

-Heger meriv têra xwe, demeke dirêj hatibe xapandin, di dawiyê da meriv tê nuxteyeke wer xapandina xwe qebûl nake. Meriv naxwaze rastiyê bibîne. Xapandin meriv zeft dike. Îtîrafa em hatine xapandin êşeke zêde dide meriv. Meriv naxwaze viya qebûl bike. Gava meriv fêr dibe meriv daye dû sexrtekarekî, qebûlkirina vê rastiyê hema hema ne mimkûn dibe.

Camêr rast gotiye, bi rastî jî were ye. Li welatê me ev rastî pir berbiçav e.
Gelek kesên di warê siyasî da ji ber dilpakiya xwe xapiyan, bûn hevalên kesên xerab, ya jî dû ra xerab derketin, teslîmî dijmin û dewletê bûn.
Hinekan gava ev rastî dîtin ji yên xerab derketin dûr ketin, lê piranî nikane xwe jê dûrxîne. Hîn jî li dû kesên xerab in.

XXX

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî xanimê jî piştrast kiriye dewletê ji Evdila Ocalan ra li Îmraliyê xaniyekî xwişk çêkiriye.

Dewlet jê ra qesrê jî ava bike heqê wî ye. Heger nekin nankor in. Dewlet gerek mikafata xizmeta camêr bidê.

Dewlet qedrê Evdila Ocalan baş digire, jê ra xaniyê taybet ava dike, lê mafekî herî biçûk, statuyeke netewî nade kurdan. Perwerdeya bi kurdî qebûl nake.

Hevalên PKK´ê gerek qîma xwe bi xaniyê Ocalan neynin, ji gelê xwe ra tiştekî bixwazin.

Ma hewqas micadele, êş û perîşanî qey ji bo ku ji Evdila Ocalan ra xaniyekî çêkin bû?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar