Çend roj in gava hêzî ser xwe dikim gêja min, dewxa min dihere. Fena ku bêîstîkrarî di balansa mmin da çêbûbe.
Îro çûm eczaxanê, min derdê xwe ji xanima eczacî/apotekar ra got.
Got zahmet e ez bizanibim sebeb çi ye. Te tansîyona xwe pîva ye?
min got na.
Got, were em tansîyona te bipîvin. Min bihayê pîvanê jê pirsî, got,
belaş e.
Min di dilê xwe da got, "wele xêra Xwedê ye."
Ez çûm li derekê rûniştim. Xanimê makîna tansîyonê bi destê min ê çepê va girê da.
Makînê dest bi pirsan kir, min jî bersîv dayê. Piştî karê xwe qedand, got:
Pir kêfa min hat. Min got:
- Yanî nuha ez sxlem im?
Xanima eczacî got, :
-Mesela tansîyonê tu gelşa te tune ye.Tu derman, mermanan dixwî ya na?”
Min got na, şikir ez ne nexweş im û tu dermanî jî naxum.
Dû ra got, ”tu xwarina xwe baş dixî?”
Min got wele ez navrojê naxum, mast, fêkî û sandiwîçekî biçûk dixum. Got nabe, dibê tu xwarina xwe baş bixwî.
Ya muhîm tansîyona min ne bilind e, ne jî daketî ye. Ezê li xwarina xwe hinekî miqate bim. Spor, meş min li vir hinekî kêm kiriye. Li herêma berê em rojê 8-10 km dimeşiyan. Nuha xanim bi min ra nayê, diçe ber zarokan. Ez tenê dimeşim. Li dora 5-6 km dimeşim. Dinya xweş bibe ezê zêde bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar