05 mars 2026

Tifaqa kurdan dijminên me bizandin


Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê biryar daye tevî Hevpeymaniya Kurdistanê bibe.

Biryareke pir baş dane, pir kêfxweş bûm. Dibê tu hêzeke kurd li derveyî Cepheya Kurdistanî nemîne.

Serokê Komelayê Abdullah Mohtadî merivekî jîr û zana ye. Di demên wiha da gerek siyasetmedarên wek Abdullah Mohtadî bi partiyên din ra di nava tifaq û xebatê da be.

Serokên Kurdistana Rojhilat giş jî li gorî serokên hersê perçên Kurdistanê yên din bêtir nasyonalîtên ji dil in, merivên xwedî tecrûbe û gelkî jîr û zana ne. Kêfa min pir ji siyasetmedar û serokên Kurdistana Rojhilat ra tê. Gava dipeyivin baweriyê didin meriv, seroktî bi wan dikeve.
Serokên beşên Kurdistanê yên din wê baweriyê nadin meriv, ew karîzma bi wan ra tune ye. Bi kêmanî ez nabînim.

Înşela di demeke nêzîk da emê azadiya kurdên Îranê bibînin.
Îran ji vê tifaqa kurdan pir nerehet e. Do bi çend fuzeyan êrîşî baregehên, meqerên hin partiyên kurd kirine.

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Em ji bo biryara Komelaya Şoreşger kêfxweş in

 

XXX

Îsraîl, wezîrê parastinê yê îranê yê nuh, serokê artêşê yê nuhû serokê mihafizên şoreşê yê nuh, hersê jî ji ortê rakirine.

Nehîştin feqîran du sê rojan bi meqamên xwe şa bibin. Kî rê dewsa kuştî ew jî tavilê tê kuştin.

Diyar e ev jî prensîbeke Îsraîl ya nuh e.

XXX

Îran û çeteyên wê yên ereb bênabên êrîşî Kurdistanê dikin. Şeva çûnî 5 drone avêtine ji Hewlêrê, Dihokê û silêmaniyê da. Navêjin ji Bexdayê da, êrîşî kurdan dikin. Herêma Kurdistanê şeveke agirîn derbas kir: 5 dron hatin xistin

Ma kurd kanin Amerîkayê bisekinînin? Kurdistan ne serbixwe ye, girêdayî Îraqê ye. Hêzên Amerîka bi destûra Îraqê li Kurdistanê ye, ne bi destûra kurdan. Dibê hûn êrîşî Bexdayê bikin, çimkî wan destûr daye Amerîkayê. Lê hûn neyarên kurdan in, hûn kurdan mecbûrî Amerîkayê dikin û Îsraîl dikin.

Hûnê him êrîşî kurdan bikin, him bajarên kurdan bişewitînin, him jî bibêjin kurd çima bi Amerîkayê ra dibe dost?

Kuro kurd bira çi bikin?

Di serî da Tirkiye û 3 dewletên ereban giş xulamên Amerîkayê ne. Hûnê him mitefikên Amerîkayê bin, ji bo ku Trump bi we ra rismekî bigire hûn hezar şalûziyê bikin, him jî kurdan rexne bikin, ne wisa?

Bes birreyin, ji bo ku hûn bi qasî kurdan ne bi şexsîyet û îtîbar in hûn ji ji kurdan didexisin, hûn bêbextiyê li kurdan dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar