Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî telefonî serokê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û serokê YNK´ê Bafil Talabanî kiriye.
Di xeberê da li ser naveroka axaftinên wan agahiyek tune ye. Tenê dibêje li sr
şer û ewlehiya sînoran peyivîne.
Ebas Eraqçî miheqeq him şalûzî kiriye, gotiye em "birayên" hev in, di rojên wiha da gerek hûn ji para me xencer nekin, him jî gef li kurdan xwariye, gotiye gerek hûn alîkariya Amerîkayê
nekin.
Bi îhtîmaleke mezin gefên wiha li kurdan xwariye.
Her roj fuze û droneran bi ser serên kurdan da dibarînin. Yanî Îranê dest bi şerê kurdan kiriye.
Kurd ne dewleteke serbixwe ne, nikanin Amerîkayê ji Îraqê û ji Kurdistanê derxin. Yê destûr daye Îraq e. Bira li Bexdayê xin. Lê li Bexdayê naxin, fuza davêjin ji Hewlêrê û Silêmaniyê da.
Dagirkerên welatê me, qatilên Dr. Qasemlo û Şerefkendî û bi hezaran kurd tu carî nabin dostên me.
Heta Kurdistan di bin dagirkeriya Îranê da be ew dijmin in û ewê tim gorra me bikolin. Ne alîkariya Amerîkayê be ew, ereb û tirk di nava çend rojan da ewê qira me bînin.
-Bafil Talebanî û Eraqçî li ser şerê li herêmê axivîn
-


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar