Du roj in bihar hatiye Stockholmê, 10 derece germ e. Rojê daye balkona(şaneşîna) me. Ne hewceye meriv dûr here, here welatên dûr ji bo ku xwe bide ber tavê.
Balkona me ji peravên deryayê germtir û xweştir e. Ji danê nîvro, heta danê
êvarî roj wer tê da ye.
Min xwe tazî kir û da ber rojê. Ez şewitîm, min panjur kişand û bazda hundur.
Min got bîstekî ez ji xwendina xeberên şer û mirinê dûr kevim, hinekî bîna xwe,
westa xwe bigirim.
Ji ber ku Amerîka û Îsraîl qereqol, ciyên leşkerî îmha dikin, leşker û pûlisên Îranê ji Kurdistanê reviyan e. Yîn mane kincên sivîl li xwe kirine û ketine nava milet. Heta nuha Îranê negotiye, kurdan sîleyek jî li mamûrên faris xistine.
Hîtler ji gorrê rabe şerê kurdan bike tirkê bi dil û can bibin hevalên Hîtler û ewê şerê kurdan bikin.
Lê ew çi bikin jî beyhûde ye, azadî û serxwebûna Kurdên Îranê jî nêzîk e. Mele ewê bikevin, li wir jî ewê Kurdistan azad bibe. Yanî sê Kurdistan çêdibin, ya çara jî di rê da ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar