Wer xuya dike Amerîka û Îsraîl ewê
şerê li hemberî Îranê bidomînin; ewê bi rejîma meleyan ra li hev nekin.
Ji êrîşê wan ên bênabên meriv wer fêm dike. Dixwazin bi êrîşên hewayî rejîmî mecbûrî revê, teslîmbûnê bikin. Midaxeleyeke leşkerî ya bejayî nuha xuya nake, bêtir ji hewa, bi balafiran, bi fuzeyan lêdixin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, "Îran lihevkirinê dixwaze, lê em şer dixwzin." Yanî şer heta Komara Îslamî ya meleyên qatil birûxe ewê dom bike.
Yanî herçî ketina rejîma meleyan e sedîsed ewê bike. Lê kane çend rojên din, belkî heta du sê hefta jî li ber xwe bide. Lê kane zûtir jî bikeve.Li ser şêla kurdan, dibê kurd çi bikin gelek tişt tên gotin. Mimkûn e Amerîka dixwaze kurd jî êrîşî rejîmê bikin.
Lê kurd xwedî tecrûbe ne, bêguman ew zanin ji wan ra çi baş e, çi ne baş e.
Kurd ne zarok in hema bi banga Donald Trump hol bibin û êrîşî rejîmê bikin.
Kurd hewqasî ne xeşîm û ne macereperest in. Heta rejîm baş qels nebe, heta
miletên din, faris serî hilnedin, kurd bi tenê êrîşî rejîmê nakin û dibê nekin
jî.
Rast e ji bo kurdan li Îranê fersendeke mezin çêbûye, belkî di demeke nêz da careke din şansekî
wiha li Îranê ji bo kurdan peyda nebe. Ev rast e.
Lê rîskên
gelekî mezin jî hene, dibê kurd pir bi temkîn û bi dîqet hereket bikin, gaveke
şaş navêjin.
Tecrûba me ya 1975´a û ya Kurdistana Rojava li ber çava ye, me dît dema
Amerîkayê bi wan ra li hev kir, treka me kir û em man di nava keriyên guran da.
Di warê coxrafîk da em di çembereke pir xerab da ne, çarhawêlî me dewletên
dijmin in, riyeke me ya deryayê tune ye. Ji bo wê jî em mecbûr in pir bi dîqet
hereket bikin, neyên lîstikên dewletên mezin û heta rejîma meleyan nekeve dibê
kurd êrîşî rejîmê nekin. Jixwe dibêjin em êrîş nakin. Îran êrîşî hêzê kurd
dike, ew ciyên partiyên kurd bombebran dikin.
Şêla partiyên kurd a hetanî nuha baş e, cepheya Kurdistanê ya nu hava bûye
federalîzmê diparêze.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hecrî got ew federalîzmê
dixwazin, ji bo Îranê çareya herî baş sîstemeke federalî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar