Li gorî xebereke di medyaya sosyal da belav bûye, serokê PDK-Îranê Mistefa Hicrî li ser vexwendina wezareta karên derve ya Amerîkayê çûye Washingtonê.
Bi îhtîmaleke mezin xeber rast e. Çimkî çend roj berê Donald Trump telefonî
Mistefa Hicrî kiribû.
Rejîma meleyên faşîst ewê bikeve, Amerîka haziriya alternatîva rejîmê dike.
Kurdên Kurdistana Rojava, Başûr û Bakur ne bes bûn, nuha jî Kurdistana Rojhilat derket. Him jî li gorî kurdên din vana ne yên xapandinê ne, pir zane û nasyonalîst in.
Dibêjin kontrolkirina kurdên Kurdistana Rojava, Başûr û Bakur rehet bû, lê xapandina serokên Kurdistana Rojava pir zor e. Zane û pir milîyetçî ne, xapandina wan pir zor xuya dike. Bi aqilmendên xwe bi şev û roj li wer li ser vê meselê dipeyivin.
Hebûna kurdan tirk kezebreşî, merezarî, ziravqetyayî, şîzofren kirine.
XXX
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere gotiye,"dibê Îran
bêmerc teslîm bibe, bêyî teslîmbûnê em tiştekî tim qebûl nakin.”
Ev şertekî pir baş e.
Yanî rejîma meleyên qatil çiqasî li ber xwe bide jî ewê
bikeve.
Piştî ketina Îranê gelek riştên werin guhertin, tu welatê
herêmê, Sûriye, Îraq, Tirkiye jî ewê wek xwe nemînin. Guhertinên pir mezin ewê çê
bibin.
Di demeke wiha da dibê kurdên her çar perçan bi hazirî û
tifaq bin û neyên lîstika kesî. Çêbûna Kurdistanaka serbixwe di rê da ye, dibê
kurd xwe ji bo wê hazir bikin.
Îran her roj êrîşî bajarên kurdan dike. Îro eşkere kurd tehdît
kirine. Gotine heger kurdek derbasî Îranê bibe emê li her dera Kurdistanê xînin.
Amerîka, Îsraîl ew pelixandine, ew gefê li kurdan dixwe. Di rojeke wiha da jî
neyartiya xwe venaşêrin.
Îran nuha wek marekî birîndar e, lema pir êrîşkar e, lê gef û
êrîş ewê meleyên qatil xelas neke.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar