Mehmet Metîner ji tirsa ruhê xwe, ji bo ku xwe bi tirkan şîrîn bike, xwe antî Amerîka û antî Îsraîl nîşan daye, gotiye:
”Emê tu carî nebin kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz. Emê
kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparz jî ji xwe nehesibînin.”
Ew bi xwe ji tirsa ruhê xwe bûye pantirkîst, dixwaze kurd giş wek wî bibin
tirkçî û tirkparêz.
Kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz tunene, lê hebin jî sed qatî ji kurdên
tirkçî, pantirkîst baştir in, qenekê ne hevalên dagirkerên welatê xwe ne.
Berî her tiştî, hevkariya bi Amerîkayê û bi Îsraîl ra ne sûc
e, ne jî şaş e. Çawa ku tirk azad in bi her dewletê ra bidin û bistînin,
hevkariyê bikin, ev yek mafê kurdan e jî. Kurd jî azad in li gorî berjewendiyên
xwe hereket bikin.
Heger Metîner û tirk naxwazin kurd hevkariyê bi Amerîkayê û
bi Îsraîl ra bikin, bira tirk mafên kurdan bidin.
Yên kurdan mecbûrî hevkariya bi Amerîkayê ra dike tirk in. Bira tirk mafên
kurdan yên netewî bidin, wê demê kurd jî ewê bibin dostên wan.
Tiştê ecêb, destbiratiya Erdogan û Donald Trump Metêner aciz nake, mitefîkiya
tirkan û Amerîkayê rexne nake, êrîşî kurdan dike.
Ji dostiya Donlad Trump û serokê Sûriyê Colanî ra li çepikan dixîne.
Erdogan heta Colanî bir Qesra Sipî xwe çirand, bi milyaran dolar bertîl da
Donald Trump ji bo ku Colanî efû bike.
Metîner ji viya ra tiştekî nabêje, çimkî Erdogan di nava
bazarê da ye. Lê ji ber ku çavê wî kurdan dibirre, kurdan rexne dike.
Gava tê hesabê tirkan bi îblîs ra jî hevkariyê dikin, her kes dibêje dibêje
dîplomasî ye, berjewendî ye.
Gava berjewendiya welatê meriv tê da hebe meriv bi her
dewletê ra dide û distîne, hevkariyê dike. Lê gava kurd dikin dibe qebhet.
Yanî tiştê ji tirkan ra adet e, siyaset e, gava kurd dikin dikin dibe qebhet.
Têkliliya bi Amerîkayê ra, bi Îraîl ra ne sûc e, ne jî qebhet e. Kurd jî wek
her miletî mecbûr in li gorî berjewendiyên xwe hereket bikin.
Tirkiye di NATO´yê da ye, Erdogan dostê Donald Trump yê herî baş e. Bi vê
dostiya Erdogan û Donald Trump tirk giş kêfxweş û serbilind in. Tiştê tirk pê
serbilind in çima ji bo kurdan sûc û qebhet e?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar