07 mars 2026

Îro kêfxwa xwendevana pir ji nivîsa min ra hatiye

Wey sed carî maşela, dîtina vê jimarê jî (11754)bû nesîbê min.

19 sal in bloger im cara pêşî ye jimara serdana, tikandina bloga min dibe 11754. Heta nuha hin rojan bi ser 5 hezarî ketiye, lê tu carî bi ser 10 hezaran nekrtibû. Şikir wa ye min ev reqem jî dît.

Dîyar e kêfa milet ji rexnekirina min a Mehmet Metîner ra hatiye. Gava rexne di cî da be kêfa însanan jê ra tê. 

Mehmet Metîner yekî pir zimandirêj e, çimkî ji hevalbendiya xwe ya bi dijmin ra şerm nake...

Mêrik him bûye zilamê neyarên miletê xwe, şûrkêşê dagirkerên welatê xwe, him jî êrîşî kurdên welatperwer, kurdên paqij mane, wek wî nebûne pantirkîst kiriye, gotiye:

”Emê tu carî nebin kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz. Emê kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparz jî ji xwe nehesibînin.”

Min jî jê ra got:
”Tu bi xwe ji tirsa ruhê xwe bûyî pantirkîst, tu dixwazî kurd giş wek te bibin tirkçî û tirkparêz.
Kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz tunene, lê hebin jî sed qatî ji kurdên tirkçî, ji kurdên pantirkîst baştir in, qenekê ne hevalên dagirkerên welatê xwe ne."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar