Ji ber ku CNN Internationalê di weşanaka xwe da, di vîdeoyekê da xerîta Kurdistanê nîşan daye berpirsiyarên Tirkiyê pir hêrs bûne, CNN International pir sert rexne kirine, gotine vê xerîteyê zû rakin. Li gorî wan xerîteya CNN Internationalê nîşan daye, "rastiya civakî ya herêmê berevajî dike."
Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê gotiye:
"Em li bendene CNN International di weşan û platformên xwe yên dîjîtal da ji nexşe(xerîte) û dîmenên xapînok dûr bisekine.
Zimanê di vîdeoyê da hatiye bikaranîn, şîroveyeke jeopolîtîk
a çêkirîye û bi rastiyên li qadê ra li hev nake.”
Dijayetiya tirkan a li dijî navê Kurdistanê û xerîteya Kurdistanê ne nuh e, pir
kevn e. Tirk gava çav li navê Kurdistanê, li xerîteya Kurdistanê dikevin di cî
da bi cuzbê dikevin. Nuha jî wer bûne.
Lê ferqa nuha nuha û berê heye, nuha dibêjin li Îranê piştî ketina rejîma meleyan,
dorê were Tirkiyê. Ji tirsa ewê dor were wan biziyan e. Îcar dema ev xerîte
dîtine lema pir hêrs bûne. Nuha dibêjin wa ye xerîte jî çêkirine.
Rastiyeke heye, êdî ne propaganda ye, dinyayê jî êdî fêm kiriye; heta Kurd
nebin xwedî dewlet li herêma me rehetî, aramî, îstîkrar tu carî çênabe, şer û
teşxele naqedin. Demokrasî nayê tu welatî. Gerek Kurdistan, dewleta kurdan ava
bibe, wekî din çare nîne.
XXX
Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan do ji welatên cîran ji ber êrîşên
Îranê xwedêgiravî lêborîn xwest, lê êrîşên ser welatên cîran berdewam in.
Bi taybetî bela xwe ji kurdan venakin. Şeva çûnî dîsa bi
drona êrîşê Silêmaniyê, Siûdî û Kuweytê kirine. Du leşkerên Kuweytê hatine kuştin.
Ya Pizişkîyan durûtiyê dike, ya jî leşker gurra wî nakin.
Di nav rejîmê da dubendî çê bibe, bi hev kevin baş e. Ewê
ketina rejîmê zûtir be.
Pizîşkiyan berê lêborîn xwest, lê dû ra çerx kir, ew
daxuyaniya xwe tekzîb kir, ya jî pê dan tekzîpkirin.
Di twîtteke xwe da wiha nivîsî:
"Me êrişî welatên dost û cîran nekiriye, berevajî wê me
baregehên leşkerî, sazî û baregehên nukleer ên Amerîkayê yên li herêmê hedef girtine."
Ev beyan nîşan dide, leşkeran Pizîşkiyan mecbûrî vê beyanê
kirine.
Şer dirêj bajo welatên Kendavê û gelek welatên din jî ewê
tevî şer bibin.
Kane bibe Şerê Cîhanê yê Sisiya jî. Lê vê carê xelasîya
meleyan tune ye, ewê bikevin.
Herçî ketina Komara Îslamî ya Îranê ye ewê hilweşe, vê carê
xelasîya meleyên qatil tune ye.
Lê gelo gava rejîm têk çû, yên nehatibin kuştin, sax mabin
ewê birevin kîjan welatî?
Kîjan welat ewê wan qebûl bike?
Esed reviya ba Pûtîn?
Gelo meleyên Îranê jî ewê xwe bavêjin dexlê wî?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar