09 mars 2026

Gelo AI ewê dawiya nivîskaran bîne?


Min do derengê şevê di telewîzyona Swêd da bîstekê li belgefîlmeke(dokumenterke)li ser pêşketina AI(Jîriya Dijîtal) temaşe kir. Aqilê min sekinî, devê min ji hev çû.

Min nizanîbû AI di gelek waran ketiye dewsa însên, hin karan eynî wek însên dike, heta jê baştir jî dike.
Erê AI berhemeke însên e, lê di gelek waran da însan li dû xwe hîştiye. Karê însan nikane bi mehan, bi salan biqedîne, ew di nava çend sanîyeyan, çend deqîqeyan da diqedîne.
Mesela AI bûye nivîskar jî, romanan, çîrokan, şiîran dinivîsîne, sitranan çêdike. Û meriv nikane wan ji yên însên bigerîne.

Heta şiîrên, romanên AI dinivîsîne ji yên însanan ne xerabtir in, bi hin redekte baştir dibin.
Li Amerîkayê êdî hin weşanxaneyan dest pê kirine li ser romanên ji alî însanan ve hatine nivîsîn agahiyeke wiha didin xwendevanan, dibêjin:
 ”Ev roman ji alî însên ve hatiye nivîsîn” .
Yanî AI´yê nenivîsîye.
Bi rastî meriv ditirse, programek, makîneyek, robotek çawa kane wek însên bifikire, çawa kane tiştê tu dibêjî fêm bike û bersîva te bide?
Jixwe meriv ji Grokê, ji AI´yê çi dipirse tavilê bersîva te dide.
Kurmancî jî di nav da, AI kane bi gelek zimanan şiîr, çîrok û romanan binivîsîne.
Modelên wekî ChatGPT ya jî Claude kanin li ser mijarekê, bi şiklê meriv dixwaze, (mînak: wek Melayê Cizîrî ya jî bi şêwazekî nûjen) şiîran, romanan, çîrokan beş bi beş ava bike.

Aletên(amûrên) AI êdî ji bo avakirina çîrokan, afirandina karakteran û xuliqandina metnê tê bikaranîn û  ev yek di endusturiya kitêban da pir belav bûye, bûye tiştekî pir tê bikaranîn.

Lê helbet ruhê berhemê hîn jî girêdayî daxwaz û sererastkirina mirov e. Yanî tiştê AI dinivîsîne dibê meriv hinekî redekte bike.

Gelek nivîskar AI´yê wekî "asîstan" bi kar tînin ji bo ku fikrên nuh peyda bikin ya jî beşên romana xwe, şiîra xwe bi  pêş bixînin.
Yanî însan êdî aqil ji robotan digrin. Aqilê dijîtal ji nivîskar ra dibêje çawa binivîsîne, çi li nivîsa xwe zêde bike ewê baştir be!
Wek meriv bi hevalekî xwe bişêwire, jê aqil û pêşniyarê bigire.
Tiştekî muhteşm e, ne mimkûn e li hember devê meriv ji hev neçe !

Piraniya nivîskarên me, edîbîn me, rojnamevanên me ji ber ku bi kurmancî baş nizanin, bi tirkî difikirin û bi kurmancî dinivîsin, kurmancî lewitandine. Ji zimanê wan tiştek nayê fêm kirin.
Çêtir e ji nuha û pê da meriv van karan bi AI bide kirin. Bira romanan, şiîran, çîrokan AI binivîsîne.
Bira xeberên(nûçeyên)ajansan, malperan AI çêke.
Bira Rûdaw rojnamevanên kurmancî kirine gêrmiya gavanan, bi alîkariya ferhengan jî meriv fêm nake çi nivîsîne gişan ji kar derxîne, bira ji dêlî wan AI xeberên kurmancî çêke.
Ez sond dixum kurmancîya AI ewê sed qatî ji zimanê gelek rojnamevanên Rûdawê baştir û tekûztir be. Helbet Rûdaw tenê ne wiha ye, malperên din jî, televîzyonên din jî eynî dişt e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar