10 mars 2026

Yên kurd kirine xulam û leşkerên xwe ne Donald Trump e, tirk in


Serokê Hudaparê Zekerîya Yapicioglu ji serokê Amerîkayê Donald Trump ra gotiye:

”Kurd ne xulamên bavê te ne, ne jî hêza te ya bejayiyê ne.”
Donald Trump ji kurdan ra ne gotiye bibin xulamên min, ne jî xwestiye kurd bibin leşkerên wî.
 
Tirkan sed sal e him kurd kirine xulamên xwe, him jî bi darê zorê kirine leşkerên xwe û li hemberî kurdên xulamtiya tirkan qebûl nakin bi kar tînin..

Ji bo ku ruhê kurdayetiyê bi Zekerîya Yapicîoglu ra nemaye, mebûsîyekê ew kiriye zilamê tirkan, vê rastiyê nabîne. 

Ji dêlî li dijî dagirkeriyê tirkan derkeve, bixwaze kurdan ji bindestiya tirkan xelas bike, serokê Amerîkayê Donald Trumpê kurdan ji qetlîamên Tirkiyê diparêze rexne dike.
  
Ne li ber ala kurdî, li ber ala tirk quretiyê dike, Donald Trump rexne dike. Ev risim jî nîşan dide kî xulam û leşkerê kê ye.

Donald Trump navê Kurdistanê, ala kurdî qedexe nekiriye, gorrên Xalid Begê Cibrî, Bavê Tûjo, Şêx Seîd, Seyid Riza, Seîdî Kurdî û gelek lîderên din veneşartiye. Serokê Tirkiyê Erdogan vana gişk kirine.
Lê Zekerîya Yapicioglu dîsa jî bi serbilindî bûye hevalê Erdogan û li ber ala tirk Donald Trump rexne dike.

Ji bo ku bêhiş e haya wî ji vê bindestiya wî tune ye, lema jî li ber ala tirk dev davêje Donald Trump.

Hey bêhiş, tu jî baş zanî heger ne Donald Trump be tirkên tu bûyî şûrkêşên wan ji zû da Kurdistana Başûr û ya Rojava ji ortê rakiribûn. Donald Trump çiqasî xerab be jî li Kurdistana Başûr û Roja kurd bi xêra wî sitirîne, ji alî ereb û tirkan ve nayên kuştin.

Donald Trump ne lawê bavê me ye, helbet li gorî berjewendiya welatê xwe hereket dike. Lê li gel vê jî nahêle tirk û ereb koka me biqelînin, welatê me bikin gola xwînê.

Roja Donald Trump ji tirkan ra bibêje hûn serbest in, tirkên tu ji wan pir hez dikî ewê di nava hefteyekê da Kurdistana Rojava û Başûr ji ortê rakin. 

Tu jî viya wek navê xwe zanî, ne şemsîya Amerîkayê be tirk û ereb ewê me li hewa bixwun.

Te dît li Helebê, li Reqayê, li Kobanê çi anîn serê kurdan. Heger Amerîka midaxele nekira tirkan û çeteyên wan ên îslamî ewê qira kurdan bianîna; ewê Amûdê, Kobanê, Qmîşlo û Dêrika Hemko jî bikirana Efrîn.
Ji bo wê jî dev ji rexnekirina Donald Trump berde, yên welatê me û te dagir kirine, yên em bi zorê kirine leşkerên xwe, yên ala xwe bi darê zorê didin destê te rexne bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar