Ehmed Huseynî, dildarê şiîrê îro ji me û ji dinyayê xatir xwest, şiîra kurmancî sêwî û hustuxwar hîşt û çû gerdûneke din, mala xwe ya ebedî.
Bi wefata şairê dilzîz pir xemgîn im. Em dost û hevalên wî,
emê wî tim bi hezkirineke kûr bibîr bînin.
Evîndarekî peyva xweş, peyva bedew, kurmacîya şîrîn bû. Kurmancî li ber dilê wî pir şîrîn, pir lezîz bû.
Ne em tenê, şiîra kurmancî jî ewê pir bîriya wî bike. Çimkî hosteyekî wî, dildarekî wê kêm bû.
Zarşîrîn, rûliken, xweş sohbet bû, cimata ew tê da tim şên bû. Mirinê ew zû ji me stend...
Bira serê malbat û zarokên wî sax be.
Ji min netirse!
Di ala te ya birîndar de,
Rengekî birîndar im
Nayêm dîtin..
Li ser devên sînorên te,
pasvanekî kuştî,
şervanekî evîndar im,
ji bo te dijîm,
lê bi tenê ji te bêpar im..
///Ehmed Huseynî

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar