Van rojan, rast, çep û dîndarên tirkan gişan qela xwe
kirine yek, giş bi hev ra dibêjin gerek kurdên Kurdistana Rojhilat nebin hevalên Amerîkayê û Îsraîl. Gerek kurd nebin heval û leşkerên dewletên emperyalîst.
Ew di NATO´yê da bûne hevalên emperyalîstan xweş e, baş e. Lê dibê kurd nebin. Ji bo ku hevaltiya Amerîkayê, emperyalîstan ji wan tenê ra bimîne...
Devlet Bahçeliyê pantirkîst û antî kurd bi demagojiyeke nedîtî pesnê esaleta kurdan û antî emperyalîstbûna wan dide, dibêje "kurd ne yên firotinê ne." Ji bo ku li Kurdistana Rojhilat kurd ji bindestiyê rizgar nebin keftar her şeqlebaniyê, her şalûziyê dike.
Yanî giş bi hev ra li hemberî kurdan şerekî psîkolojîk dididn meşandin,
dixwazin kurdan bikin dijminê Amerîkayê; ji bo ku Amerîka ji wan tenê ra
bimîne.
Kî ji bo kurdan baş be kurd azad in bi wan ra hevkariyê bikin. Kurd ne li gorî dilê tirkan, li gorî berjewendiyên xwe mitifikan hildibijêrin...
Wan bi emperyalîstan ra, bi Fransayê û Îngilistanê ra Kurdistan li Lozanê perçe
kirin, li hev par kirin, ew xweş bû, bi wê hevkariyê pir ser bilind in, lê gava
îhtîmala alîkariya Amerîkayê, Fransayê tê rojevê, dest bi demagojiya antî
emperyalîstiyê dikin?
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî Tirkiyê ne şirîkê Amerîkayê, Fransayê, Îngilîstanê, Almanyayê ye.
Hela ji min ra bibêjin Tirkiye bi kîjan dewleta emperyalîst ra ne dost e, pê ra
bi milyaran tîcaretê nake?
Hela ji min ra bibêjin Erdogan dijminatiya kîjan dewleta emperyalîst dike,
naxwaze pê ra bibe dost û mitefik?
Ma Erdogan bi dostiya, bi hevaltiya serokê Amerîkayê Donald Trump ne serbilind
e, ji Donald Trump ra nabêje ”birayê min î ezîz?”
Çima gava tirk dibin dost, heval û mitefikên dewletên emperyalîst xweş e, baş
e, lê ji kurdan ra şaş e, şerm e, qebhet e?
Dev ji van çîrokên berrdayî berdin, kurd ne zarokin, bi demagojiyên êdî hûn hew
kanin kurdan bixapînin. Ji bo me kîjan hevkarî rast be, baş be emê wiya bikin.
Amerîka, Fransa çiqas xerab bin î ji me ra hezar qatî ji Tirkiyê, ji Îranê baştir
in. Tirkiye û Îran dagirkerên welat me ne, em kirine bindest, şerê me ji bo
xelasiya ji bindestiyê ye.
Donald Trump ji me ra hezar qatî ji Erdogan û Bahçelî baştir e, li Kurdistana
Rojava û Başûr piştgiriya gelê me dike, me ji êrîşên tirkan û ereban diparêze.
Hûn dixwazin Donald Trump alîkariya kurdan neke ji bo ku hûn kanibin rehetî
kurdan qir bikin. Ji bo vê ye hûn dixwazin kurdan bikin dijminê amerîkayê. Lê
kurd êdî bi demagojiyên we naxapin, hema heta ji we tê bikin leqleq…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar