12 mars 2026

Hespê mirî

Teoriya hespê mirî metaforeke rexneyî, hicîvî ye. Di tîcaretê da, di siyasetê da tê bikaranîn.
Dema rêxistin, şîrket, însan rastiyê qebûl nekin, di proje, metod û siyaseta xwe ya berê hatiye ceribandin û tîkçûye da israr dikin, dev ji siyaseta xwe ya têkçûyî, ji serokê xwe yê biserneketî bernadin, metafora hespê mirî tê bikaranîn.

Heger hespê tu lê siwarî bimre ya rast dibê tu jê peyabî û ji xwe ra hespekî din peyda bikî.

Dibêjin koka teoriya hespê mirî metaforke gelên çermsor e. Gava te ferq kir tu li hespekî mirî siwar bûyî, dibê tu jê peya bî û ji xwe ra hespekî, hespeka nuh peyda bikî.

Dibê tu israr nekî hespê mirî sax bikî û pê riya xwe bidomînî. Hespê mirî sax nabe, mirî ji gorran ranabin…

Ji ber ku însanan wexta xwe, enejiya xwe, perê xwe li hespê mirî serf kirine bi rengekî hisî pê va tên girêdan, naxwazin dev ji hespê mirî berdin.
Di siyasetê da israra di sitratejiya fonksîyona xwe wenda kiriye, netîceyeke pozîtîf jê nayê girtin, wek meriv hespê mirî qamçî bike; bi hêviya belkî sax bibe.
Ya rast, ne israra di pêşengiya hespê mirî da ye, heger hespê tu lê siwar bûyî mirî be dibê tu jê dakevî, ji xwe ra hespekî din peyda bikî. Çimkî hespê mirî sax nabe, nabeze.
Lê hin kes ji hespê mirî danekevin, wer bawer dikin bi qamçêkirinê hespê rabe û ewê bi wî ra riya xwe bidomînin.
Gotineke Albert Einstein a meşhûr heye, dibêje, "dînîtî ew e ku meriv eynî tiştî gelek caran biceribîne û li bendê be encamên cuda jê bi dest xîne."
Xwe bela sebeb newestînin, ji hespê mirî dakevin, ji xwe ra hespekî din peyda bikin. Ew hesp mirî ye, dev jê berdin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar