Berpirsiyarê PKK´ê Duran Kalkan, Îranê, rejîma meleyên qatilên bi hezaran kurdî, dewleta dagirker diparêze, dibêje gerek kurd xwe ji fikrê miletperweriyê, daxwaza dewletê dûr bigirin:
“Temîya me li partiyên Kurdistana Rojhilat, dibê xwe ji
meylên daxwaza dewleta netewî, nasyonalîmê dûr xînin. Em ferz bikin hêzên
êrîşkar, Amerîka, Îsraîl qezenc kirin. Ewê çi were guhertin? Serdariya Amerîka
û Îsraîlê ewê têkeve dewsa serdariya Îranê…”
Helbet Dûran Kalkan tenê wiha nabêje, di serî da
Evdila Ocalan, serokên PKK´ê giş li dij in kurd bibin xwedî dewlet. Lê ne li
dijî dewletên tirkan, farisan û ereban in; wan diparêzin.
Kî Komara Îslamî ya Îranê bixîne ji bo kurdan jî, ji bo hemû gelên Îranê jî baş
e, çi were dewsa vê rejîma îslamî, qatil ewê sed qatî jê çêtir be.
Ji ber ku dewleta tirkan û farisan heye welatê me dagir kirine, em kirine bindest, me digrin, me dikujin. Çimkî dewlet in, tank, top, balafir, artêşên wan hane. Heger ew jî wek me bêdewlet bûna nikanîbûn bi me.
Ji ber ku Amerîka dewlet e kane alîkariya me bike, kane were Sûriyê, Kurdistanê, Îraqê, Îranê, li wan xîne, daxazên xwe bi wan bide qebûl kirin. Heger amerîkî ne xwedî dewlet bûna nikanîbûn bibin dîkê dinyayê, çavsoriyê li her kesî bikin.
Heger cihû ne xwedî dewlet bûna ereban di du sê rojan da ew qira wan bianîna.
Yanî ji bona meriv bibêje dewlet xerab e, ji kurdan ra nelazim e dibê ya meriv zir dîn be, ya jî neyarê kurdan be.
Li tu dera dinyayê serokên miletê bindest rejîma dagirkerên welatê xwe
naparêze, ji miletê xwe ra nabêje azadiyê, serxwebûnê, dewletê nexwazin.
Bi milyonan kurd çawa, bi çi aqilî hîn jî didin dû van kesên
rejîmên dagiran diparêzin aqilê meriv nagire.
Meriv çawa, bi çi aqilê, bi çi ûjdanî neyarekî serxwebûna xwe dike serokê xwe?
Van çi derman, çi narkotîka dane kurdan meriv fêm nake.
Mêrik naxwaze Îran, Tirkiye hilweşe, bela xwe di dewleta kurdan ya tune, ya hîn
tenê xewneke kurda ye dide.
Bêyî serokên PKK´ê li dinyayê serokên tu miletekî din ne li dijî dewleteke
netewî ye. Şerê her miletê bindes ji bo serxwebûnê û dewleteke netewî ye.
Heger hûn hewqasî antî dewlet in, heger dewlet hewqasî xerab û pîs e li dijî
dewletên hene, ji bo hilweşandina dewleta Tirk û Îranê bixebitin, hûn ji kurdan
çi dixwazin?
Hîn kurd nebûne xwedî dewlet, dijminatiya dewleta kurdan dikin.
Lê dijminatiya dewletên hene, yên Kurdistan dagirkirne nakin, nabêjin bira
dewleta tirkan, farisan û yên ereban hilweşin.
Neyartiya dewleta kurdî ya hîn çênebûye dikin, lê Tirkiyê û Îranê jî diparêzin.
Ji bo ku kurd tim bindest bimînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar