04 mars 2026

Donald Trump telefonî Serokê PDK-Îranê Mistefa Hecrî kiriye


Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî axaftina bi Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî ra telefonî Serokê PDK-Îranê Mistefa Hecrî kiriye, gotiye dibê kurdên Îranê yekgirtî bin, emê bi we re hevkariyê bikin.

Serokê Amerîkayê, dewleta dinyayê ya herî xurt telefonî serokê hêzeke pêşmerge dike, dibêje em dixwazin bi we ra hevkariyê bikin.
Ev ne tiştekî hindik e, ji bo hemû kurdan pêşketin û qezenceke pir mezin e...
Helbet Donald Trump ji bo berjewendiyên xwe viya dike, di vê da şik tune ye. Li gel vê jî him ji bo kurdên Îranê, him jî ji bo tevahiya kurdan serketineke mezin e.

Serokê dewleta herî xurt ya dinyayê telefonî pêşmergeyekî kurd dike, dibêje em dixwazin bi were hevkariyê bikin. Tirk nuha dîn û har bûne, porê xwe dirûçikînin.
Ev têkiliya Donald Trump ne silaveke sembolîk e, îspata dike kurd li herêmê hêzeke siyasî, leşkerî ya xurt in û dinya jî êdî vê ealîteyê qebûl dike. gerek kurd qîmeta vê hêza xwe bizanibin.

Dibê kurd jî li gorî berjewendiyên xwe hereket bikin. Ji bo ku ew jî li dijî Îranê tevî şer bibin dibê şertên xwe, daxwazên xwe bidin pêş û ji Amerîkayê garantiyê bixwazin.
dibê kurdên Kurdistana Başûr jî mesela mada 140´î, paşdagirtina Kerkûkê û referandûma  serxwebûnê ya sala 2017´a bidin pêş.

Tirk ketine hereketê, bi kurdên Îraqê ra ketine têkiliyê, belkî bi riya Nêçîrvan Barzanî bi kurdên Îranê ra jî ketibin têkliyê.

Her cara azadî û serxwebûna kurdan nêz dibe tirk bi wan ra dikevin têkiliyê û wan dixapînin, nahêlin kurd azad û serbixwe bibin. 

Nuha jî tirk eynî tiştî dikin, dîsa tirsa azadbûna kurdên Îranê ew girtine, dixwazin hin fêlbaziyan bikin. 

Dibêjin heger rejîm bikeve dibê kurd azad nebin. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da jî bi bêbextî kurd xapandin û nehîştin kurdên Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê azad bibin, bibin xwedî dewleteke netewî.
Tirk nuha jî li her çar perçên Kurdistanê eynî xebatê dikin; armanca wan çi bi zor û bi riyên dîplomatîk be, çi jî bi dostî nehêlin kurd li tu beşekî Kurdisranê azad bibin; ji bo vê bi şev û roj dixebitin.

Jixwe bi destê Evdila Ocalan li Kurdistana Rojava nehîştin kurd  federasyonê bixwazin, bi ereban va girêdayî hîştin.

XXX

Lawê Elî Xamineyî, Mucteba Xamineyî di dewsa bavê wî da wek rêberê dînî yê Îranê hatiye hilbijartin.

Aqûbeta wî jî ewê ya bavê wî be. Belkî jî wî bi xwe xwestiye here ba bavê xwe.

XXX

Serokên Îranê bi serokê Amerîkayê Donald Trump ra têkilî danîne, gotine em amadene dest bi hevdîtinan bikin.

Donald Trump gotiye:

”Min got, êdî pir dereng e."

Ev bersîva Donald Trump nîşan dide şerê heta rejîma meleyan bikeve ewê dom bike.

Jixwe parastina ezmanî, deryayî nemaye, serkirde jî giş hatine kuştin. Kîjan tayin dibe tavilê tê kuştin.

Vê carê miletên Îranê û dinya bi xêra donald Trump ewê ji vê rejîma qatilan xelas bibe.

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar