Lawê Şahê Îranê Reza Pehlewî, bi du beyanan xîtabî kurd û azerîyen kiriye, bi hin demagojiyan xwestiye kurd û azerî piştgiriya wî bikin.
Gotiye, ewê Îraneka azad, demokratîk
ava bike, ewê dîn û dewletê ji hev cuda bike, ewê cudahiyê nexîne nabêna tu
gelan, her kesê azad û bi nasnameya xwe bijî.
Lê qala dana mafên netewî, federasyonê, otonomiyê nekiriye, wek tirkan wî jî
gotiye dibê em yekîtiya xwe biparêzin, em bi hev ra Îraneka azad, demokratîk
ava bikin.
Hêza Reza Pehlewî li Îranê çiqas heye nizanim, lê Donald Trump piştgiriyê nadê, dibêje gerek yekî li Îranê be.
Hîn ne diyar li Îranê kî yê were ser hukim û rejîmeke çawa ava bibe?
Lê tiştekî meriv ji nuha da meriv kane bibêje, Îrana berê çû, kî were ser hukim
ewê Îraneka ji ya îro azadtir û demokratîktir be.
Tu kes, tu hêz nikna rejîmeke wek ya meleyan ya jî dîktatoriyeke monarşî bi paş
da bîne.
Kî were ser hukim, rejîmeke çawa ava bibe kurd ewê bibin xwedî mfafên netewî.
Heger kurd bi tifiqa bin îhtîmala Amerîka piştgiriyê bide serxwebûna kurdan ya
jî Îraneka federal.
Ji bo Kurdistana Başûr jî serxwebûn kane aktuel bibe.
Lê tirk dîsa ketine hereketê, dixwazin kurdên Kurdistana Başûr bi xwe va girê
bidin. Li Kurdistana Rojava mêrikan bi destê Evdila Ocalan kurd tevizandin,
gihîştin armanca xwe; nehîştin Federasyon çê bibe.
Lê mesele hîn neqediya ye, kurd bixwazin di dema çêbûna qanûna esasî ya Sûriyê
da kanin rewşê di lehê xwe da biguherînin.
Hûn ê bi azadî bijîn û nasnameya we dê were parastin
Beşek ji beyana Reza Pehlewî ya ji kurdan ra
”Welatiyên parêzgehên Îlam û Kirmaşanê yên Kurdistanê. Kurdên wêrek û welatparêz.
Eşîrên serbilind ên Caf, Kelhor, Sancabî û Bextiyarî.
Hûn ji destpêka vê rejîmê ve rastî zilm, cudakarî û neheqiyê hatine, lê hûn qet
teslîm nebûn.
Di Îraneke azad da, li ser bingeha cudakirina dîn ji dewletê hûn êdî dîskrîmîne
nebin, hûnê bi azadî bijîn û nasnameya we ewê were parastin.
Hûnê bi awayekî dadperwerane ji feydeyên Îraneka azad sûdê werbigirin…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar