03 mars 2026

Meleyên Îranê teslîm nabin lê vê carê xelasîya wan tune ye

Tiştê ji şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê xuya dike, mele teslîm nabin, şer belkî mehekê, du mehan dom bike.

Di nava vê demê da ewê komara meleyan baş basko bikin, ewê artêşa Îranê, hemû sîlehên talûke îmha bikin.
Serokên mane jî ewê hêdî hêdî bikujin û yên din jî ji milet ra bihêlin.
Nuha operasyoneke leşkerî ji reşayiyê xuya nake, ewê tim ji hewa lêxin. Amerîka dixwaze milet serî hilde, bingeha wê amade dike. Dibê kurd nuha xwe tevî şer nekin, hîn zû ye.

Lê vê carê ewê rejîma meleyan li ser hukim nehêlin, Komara Îslamî ewê bikeve. Problem alternatîf hîn baş xuya nake. Amerîka li wê digere.

Bi îhtîmaleke mezin ewê Hizbulahê û çeteyên Yêmenê û Heşdî Şabî jî, yanî hemû hêzên girêdayî Îranê jî biqedînin. Lema şer ewê ne kin, hinekî dirêj bajo.
Lê umrê Şoreja Îslamî ya Îranê heta vira ye, ewê biqedînin. Çimkî hêzên îslamî pir pêşda çûn, him ji herêmê ra, him ji dinyayê ra bûn talûkeyeke mezin. Hêzên îslamî li Ewrûpayê talûkeyeke mezin e. Gerek êdî werin baskokirin.
Di vî şerê giran da dibê kurdên Kurdistana rojhilat pir temkîn bin, nuha xwe tevî şer nekin. Bi tifaq û bi hazirî bin, bi tena serê xwe dest bi êrîşê nekin, hinekî din bipên. Meriv nizane pilana Amerîka û Îsraîl a dawî çi ye, ewê heta ku herin?
Tiştê li Îranê dibe di lehê kurdan da ye, li her çar perçên Kurdistanê kurd çiqas bi tifaq bin baş e. Piştî meleyan li îranê kî were ser hukim kurd şirîk in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar