DEM Partiyê do daxuyaniyek daye, ew jî li dijî êrîşên ser Îranê derketiye, gotiye:
”Li Îranê ne li dû azadiyê û demokrasîyê ne, dixwazin
dûzaneke ji bo xwe ne talûke ava bikin.
Rejîma Îranê ne bi dîzaynên derve, bi îradeya gelan a mişterek diguhere, ev mimkûn
e, emê bi berdewamî viya biparêzin.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li dijî êrîşên Îsraîl û Amerîka yên
ser Îranê derketiye, wî jî gotiye:
”Em ne bi sîstema ceberrût a Îranê(ya kurdan û mixalifan îdam dike)ra ne, ne jî
bi midaxeleyên derve ra ne. Em bi gelên li Îranê yên li hemberî zulmê li ber
xwe dindin ra ne.”
Ma parastina van qatilan bi we ketiye?
Bira Amerîka û Îsraîl neheq bin, çi ji me ra?
Ma Amerîkayê li Seddam xist qey xerab bû?
Amerîka li kîjan dijminê me xîne dibê em kêfxweş bibin, ne ku dewletên dagirker biparêzin.
Parastina Komara Îslamî ya qatil, rexnekirina Amerîka û Îsraîl
şermeke mezin e.
Kî li dewletên dagirkerên welatê me xîne ji bo me baş e, emê pê kêfxweş bibin. Kurdên pê kêfxweş nebin piştgiriya qatilên kurdan û dagirkeran dikin.
Bira midaxeleyek ji derve nebe, bira milet rejîma meleyan
bixîne demagojiyeke piştgiriya dîktatoriya Elî Xameynî û rejîma îslamî ye.
Çimkî milet bi hêza xwe, bê alîkariya derve nikane zorê van qatilan bibe.
Meleyên qatil jî bi rehetî dev ji rejîma xwe bernaddin.
Baş e heger midaxeleyeke derve nebe miletê çawa ji vê rejîma celad xelas bibe?
Hûn li dijî midaxeleya hêzên emperyalîst in, hûn dibêjin bira Amerîka, Îsraîl midaxele
nekin, vê dîktatoriya xwînxwar nexînin.
Gelên Îranê jî nikanin zora vê rejîma xwînrêj bibin, gelên feqîr her cara li hemberî zulmê serî hil didin bi hezaran tên kuştin, tên bidardekirin û zindankirin.
Di vê serîhildana dawî da 30 hezar hatine kuştin, bi hezaran jî
hatine girtin. Li Îranê û Kurdistanê xort nemane.
Baş e miletê ji vê rejîma xwînxwar ewê çawa xelas bibe?
Milet nikane rejîmê bixîne, midaxeleya derve jî hûn li dij in.
Maneya xwe hûn dixwazin Komara îslamî,
qatilê Dr. Qasemlo, Şerefkendî û bi hezaran kurd û mixalifan li ser
hukim bimînin. Çimkî ne alîkariya derve be milet nikane bi wan.
XXX
Birêvebirên Îranê yên nuh têkilî bi serokê Amerîkayê Donald Trump ra danîne,
gotine em amade ne bi we ra li hev bikin. Fortên wan têra rojekê tenê kir, roja
duda ya şer xwe avêtine dexlê Donald Trump, xwestine li hev bikin. Heger
Amerîka viya qebûl bike şaşiyeke mezin.
XXX
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, wan di operasyonên li
dijî Îranê da 48 serkirdeyên Îranê welatî kuştine. Emê operasyonê
bidomînin."
Donald Trump gotiye, armanca şer, dûrxistina serkirdayetiya
Komara Îslamî û têkbirina artêşa wê ye. Em karê xwe tenê ji bo xwe nakin, em ji
bo hemû cîhanê dikin.”
Heyran, bi rastî ji bo dinyayê hûn karekî pir baş dikin. Bi xistina Seddam
Husên we ji bo dinyayê jî, ji bo kurdan jî karekî pir hêja kir. Bi kuştina 47
serkirdeyên Îranê yên qatil jî we karekî pir hêja kir. Û bi rûxandina Komara
Îslamî jî hûnê ji bo dinyayê karekî pir baş bikin. Hêvî dikim hûn vî karê xwe
nîvçe nehêlin.
XXX
Gerek Îsraîl û Amerîka karê xwe nîvçe nehêlin, bêyî
teslîmbûnê tu peymaneke din qebûl nekin. Gerek ev dîktatoriya xwînrêj bikeve.
Di 47 salan da herî kêm 100 hezar însan kuştine. Dibê Trump xwediyê soza xwe
be,do got hedefa wan xistina rejîmê ye. Xwest gelên Îranê serî hilde.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar