Îranê kuştina Elî Xamineyî qebûl kiriye. Îsraîl tam li çaviyê xist, agahiya wan rast derket. Xamineyî û gelek keftarên din pê ra şandin ba Xumeynî. Pir baş bû.
Lê nuha ya muhîm, komara meleyên qatil ewê teslîm bibe ya na?
Teslîm bibe kî ewê were dewsê?
Teslîm nebin, çend rojan li ber xwe bidin şer ewê çiqasî dom bike?
Ez dibêjim ewê teslîm nebin, çimkî zanin ewê çi were serê wan. Miletê gişan bi diranan perçe bikin.
Rewşa kurdan, azerîyan û miletên ewê çawa be, Îran ewê zîfêl, zîfêlî bibe ya jî bibe federasyoneka demokratîk?
Di vî warî da haziriyeke Amerîkayê, Fransayê û Îngilîstanê heye ya na?
Heger alternatîfek hazir nekiribin xerab e.
Kurd serî hildin, Kurdistanê rizgar bikin, azaerî û Tirkiye ewî çi bikin, ewê şerê kurdan bikin ya na?
Yanî rewş pir tevlihev e, Îran sed qatî ji Sûriyê tevlihevtirt e.
Destpêkirina şer rehet e, lê sekinandina wê pir zor e.
Bi kurtî, lêdana Amerîka û Îsraîl baş e, kuştina Xamineyî û celadên dora wî, qatilên bi hezaran kurdî baş e. Berpirsiyarên vê rejî giş qatil û celad in, dibê werin cezakirin.
Lê dibê rejîm bikeve û tiştekî baştir were deswsê. Ew jî ne rehet e, pir zor e.
2026-03-01
XXX
Texmîna min rast bûye, laşê serokê Îranê Elî Xameneyê di
nava molozan da hatiye dîtin. Îsraîl ew şandiye ba Xumeynî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, "piraniya serokên
Îranê çûn…".
Trump bêyî ku hejmarekê bibêje, gotiye,"Mebesta min ne
tenê du kes in."
Lê Îranê mirina Xmaneyî hîn bi resmî qebûl nekiriye.
Ez dibêjim rast e, hatiye kuştin.
Eshed çû, Xemeneyî jî wa ye çûye ba Xumeynî. Li herêma me
ewê guhertinên pir mezin, yên em texmîn nakin bibin…
2026-02-28
XXX
Li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibi serokê Îranê
Ayatulah Alî Xameynî hatiye kuştin. Îranê hîn li ser xeberê ne gotiye rast e,
ne gotiye derew e.
Bi texmîna mmin ewê rast be. Çimkî wezîrê parastinê û
fermandarê Supaya Pasdaran hatin kuştin. Bi texmîna min bi hev ra hatin kuştin.
Nehatibe kuştin jî ewê were kuştin, êdî xelasîya wan tune ye.
Vê carê mesele cidî ye, rejîmê bikeve, aqûbeta seddam ewê ya
wan be jî. Amerîkayê herdu qatilên bi hezaran ji ortê rakirin. Mala Amerîka ava
be.
Trump got, hedefa wan xistina vê rejîma qatil e. Ewê
bixînin...
Rejîm bikeve xêrê bigihîje kurdan jî. Serokên kurdên Kurdistana
Rojhilat giş kurdperwer in, zana û jîr in. Wek serokên PKK´ê û partiya DEM´ê ne
li dijî azadî û serxwebûna kurdan in.
2026-02-28



Inga kommentarer:
Skicka en kommentar