Amerîka û Îsraîl li Îranê xistin. Li Tehranê navenda serokê Îranê Ayetulah Alî Xameynî bombebaran kirine. Dûxan ji avahiyê bilind dibe.
Îranê jî çend fuze afêtine ji Îsraîl, Urdun, Siûdî, ji baragehên Amerîka yên li
Qeterê û Hewlêrê da. Di heqê zirar û ziyanê da agahiyên resmî tune ne. Îran
dibêje wan gelek leşkerên amerîkî kuştine, lê vir e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, wan dest bi êrîşeke mezin kiriye, hedev guhertina rejîmê ye. Ev hedef baş e.
Min texmîn nedikir Îsraîl jî êrîş bike, min digot Amerîka
tenê ewê lêxe. Lê wa ye Îsraîl jî tevî êrîşê bûye.
Li Tehranê gelek teqîn çêbûne. Ajansa Fars a Îranê gotiye,
gelek fuze hatine xistin.
Şerê her kes li bende bû dest pê kir, Amerîka û Îsraîl li Îranê xistin. Şer dest pê kir,ewê çiqasî bajo ne diyar e.
Şalê armanc ne sînordar be, xistina vê rejîma faşîst, zalim, celad be. Ne derew be Trump wer got.
Donald Trump fortek baş da xwe, got ”sîlehên xwe deynin, teslîm bibin. Ya na hûnê
gişên werin kuştin. Bi baweriya min werin kuştin, miletên Îranê û dinyayê ji
van meleyên celad xelas bikin baştir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar