Kadirê PKK´ê yê destpêkê Fuad Kav, di Moz TV da gotiye:
"Dibê meriv guh nede kesên dibêjin, em miletekî cihê
ne, em gelekî cihê ne, erdê me cihê ye, ava me cihê ye, daristanên me cihê ne;
yên Tirkiyê cihê ne. Biratiya gelan nabe, biratiya tirk û kurdan nabe.”
Maneya van gotinê wî qebûlkirina tirkbûnê û înkara
Kurdistanê ye.
Mêrik bi xwe dev ji hebûna Kurdistanê û kurdbûna xwe berdaye, amadeya nebêje ez kurd im, dixwaze kurdên din jî nebêjin em kurd in, nebêjin em miletekî cihê ne, nebêjin welatê me cihê ye.
Fena meriv bibêje em însan in bes e. Ne hewce ye kes bibêje
efendim em kurd im, em û tirk du miletên cihê ne, welatên me, zimanê me cihê
ye.
Heger emê nebêjin em kurd in, zimanê me, welatê me cihê ye,
wê demê micadela me ji bo çi ye, em ji tirkan çi dixwazin?
XXX
Rojnameya Ozgur Gundemê di malpera xwe ya X´ê da mesajeka
xwedêgiravî Evdila Ocalan ji Mesûd Barzanî ra şandiye belav kiriye:
Di mesajê da Evdila Ocalan xwestiye Mesûd Barzanî kongreyeke netewî çêke. Mesaj
wiha ye:
-Ji bo ku destkeftiyên gelê kurd werin parastin û statuya heyî têkeve bin
ewlekariyê dibê bi lez kongreyeke netewî were lidarxistin.
Birêz Mesûd Barzanî dibê serokatiya kongreyê bike û alîkarên xwe jî ew
hilbijêre û vê pêvajoyê bidomîne.
Dibê kongre komîteyên perwerdê, parastinê, zimên, kultur û tarîxê ava bike.”
Evdila Ocalan li dijî dewleta kurdî ye, naxwaze kurd bibin
xwedî dewleteke netewî.
Hîn çendakî berê ji bo kurdan li dijî federasyonê, otonimiyê, heta statuyeke
kulturî jî derket.
Him tu yê li dijî serxwebûna kurdan be, li dijî dewleteke kurdî be, him jî
bixwazî bi Mesûd Barzanîyê ra, bi kurdên serxwbûnxwaz ra kongreyeke netwî çêkî.
Ev çawa dibe?
Lê Evdila her tiştî dibêje, him li dij e kurd bibin xwedî dewlet, him jî
dixwaze Mesûd Barzanî kongreyeke netwî çêke.
Mesûd Barzanî 9 sal berê referandûmke serxwebûnê çêkir, lê PKK ji bo kurdan
otonomiyê jî naxwaze, dixwaze Tirkiyê demokratîk bike.
Evdila roj bi roj pûç û bêîtîbar dibe, dewleta tirk dixwaze wî ji pûçbûnê, ji
qedandinê xelas bike. Çimkî hîn ji wan ra lazim e. Bi îhtîmaleke mezin ev
pêşniyar jî ya dewletê ye.
Lê pêşniyar ya kê be jî qeşmerî ye, PKK ya ji bo Kurdistana Rojava û Bakur
otonomiyê jî naxwaze bi çi aqilî banga kongreyeke netewî dike?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar