27 februari 2026

Mirinê îro jî Mihemedê Xerzo ji nav me bir


Mirinê îro li deriyê hevalê minê xortaniyê, kurdperwerê hêja Mihemedê Xerzo xistiye, ew ji me sitendiye.
Pir xemgîn im...
Nuha, gava di Facebookê da min xebera wefata hevalê xwe yê xortaniyê Mihemedê Xerzo (Mihemed Vûral) xwend ez di ciyê xwe da tevizîm. Min nexwest xeber rast be.
Min nizanîbû Mihemed giran nexweş e.

Çendakî berê carê pê ra peyivîm, qala nerehetiya xwe kir. Ji zû da ye nerehet e, çend caran emelîyat bû.
 

Lê negot nexweşiya wî pir giran e.
Pir xemgîn im. Min hevalekî xwe yê pir ezîz, miletê kurd jî ewladekî xwe hêja, kurdperwerekî sadiqê doza miletê xwe wenda kir.


Ji xanima wî, ji lawikê wî Baran ra û ji hemû ferdên malbatê ra sersaxiyê û sebrê dixwazim. Serê miletê kurd sax be. 
😥








2 kommentarer:

  1. 🙏🙏 Pir xemgîn im. Ruhê kekê hêja Mehmet Vural şad be. Bi rêz û hurmet bi bîr tînim!🌹🌹🌹🙏🙏

    SvaraRadera
  2. Dema ez diçûm Diyarbekrê hevalekî min ê xortaniyê li wir bû, me hevdu didît. Sebre ma bi hev dihat. Terka min kir û çû. Ez bêheval hîştim.

    SvaraRadera