27 februari 2026

Kurd ewê çawa ji bin vê hîpnotîzmayê derkevin?

Hevalê pîs riya xerab bi meriv dixîne. Serokê xerab meriv xeyalşikestî dike.
Heger tu naxwazî xeyalşikestî û poşman bibî serok û partîya tu didî dû pir bi diqît hilbijêre, ji bo ku tu dû ra xeyalşikestî nebî.
Gelek însan hene, serokê dane dû wî, jê ra bûne murîd çi felaketê tîne serê wan û miletê wan jî dev jê bernadin.

Bawerî dibê te neke murîdê tu kesî. Murîd li hemberî murşîdê xwe bêîrade ye, wek meytekî ye.

Bi milyona kurd bûne zindiyên bêhiş, bêîrade, bûne meyt. Evdila Ocalan çi dibêje, çi bifî guhên wan dike, jê ra li çepikan dixin.


DEM Partiyê ji bo ku meseja Evdila Ocalan bixwîne îro li Anqerê civînek çikiriye. Bi sedan kesên giregir wek ku hemû murîdên wî bin, pur dîqet li gotinên wî yên berradayî(heger yên wî bin) guhdarî dikin.

Di beyanê gotinek jî li ser kurdan tune ye, navê kurd tune ye, ji serî heta dawî demagojiyeke xapandinê û antî kurd e. Beyaneka pisporên dewletê ye. Ji bo ku Evdila bêtesîr û pûç nebe beyanek kurdan gêj bike hazir kirine.

Bi sedhezaran kurd hîn jî di bin îpnotîza wî da ne, dev ji murîdîtiya wî bernadin.

Dibê psîkolog, sosyolog li ser vê girêdana kurdan a bi Evdila Ocalan ra lêkolînan bikin.

Hewqas însan çawa kane ji yekî bûye zilamê dewletê û eşkere li dijî azadî û serxwebûna hemû kurda ye hewqasî hez bike?

Bi sedhezaran însan çawa hewqasî korfahm dibin aqilê min nagire…

XXX

Ez çiqasî dîqet dikim jî ji şaşiyên rastnivîsê xelas nabim. Bidin xatirê nexweşiya min. Bapêşê çav li mmin qarixî kiriye, hiş di serê min da nehîtiye. Min "bi"ya berî dîqetê ji bîr kiriye, ewê "pir bi dîqet be."

-Heger tu naxwazî xeyalşikestî bibî serokê tu didî dû pir bi diqît hilbijêre,...

Şaşiyên ez dikim bêzirar in, şaşiyên hin serokan, hin partiya kirine bûne sebebên felekatên mezin. Lê dîsa jî nabêjin me şaşî kir, dîsa jî uzrê xwe ji xelkê naxwazin.

Û ya herî balkêş jî gelek kes jî bi van şaşiyên bûne sebebên felakatan nahesin, wan kesan rexne nakiin, dev ji hevaltî û murîdîtiya kesên eşkere rêberiya dijmin dikin bernadin.

XXX

Dibê meriv dostê xwe, hevalê xwe bi pir dîqet hilbijêre. Bi taybetî jî di warê siyayî da dibê meriv pir diqet be, ji her serokî û ji siyasetmedarî ra li çepikan nexîne. Nebe murîdî kesî,azad bifikire.

Bilbil meriv dibe ser gulê, qijik meriv dibe ser sergo. Hevalê xerab wek qijikê ye

XXX

Min îro di Facebookê da ev komentar di binê parvekirineke Belediya Wêranşarê da kir. Berê jî min çend caran li ser vê meselê ew rexne kirin, lê pere nake.
Çima hûn bi kurdî jî nanivîsin?
hemû parvekirinên we bi tirkî ye. Li bajarekî wek Wêranşarê şermeke mezin e zimanê belediyê yê medyaya sosyal tenê bi tirkî be, kurdî tunebe.
Ma qey pir zor e hûn van parvekirinên xwe bi kurdî jî bikin?
Yekî kurdîzan bigrin kar bira hemû parvekirinên we bi duzimanî be.
Wek hemşerîyekî we ez vê şêla rexne û protesto dikim...
Dibê hemû parvekirinên belediya Wêranşarê bi kurdî jî bibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar