26 februari 2026

Derziya bapêşê jî pere nekir

Îşev destê sibê xew li min gerîya, du seetan zûtir, berbanga sibê şiyar bûm. Bi bapêşê ketime, pozê min xetimîye, bi rehetî nikanim bîna xwe bigrim û berdim.
Xanim berî min nexweş bû, vîrusa wê di min gerîya. Nuha em herdu nexweş in, lê em ne nexweşên nav nivînan in.

Yanî em ne tam baş in, ne jî tam nexweş in; îdare ye. Ew ji min baştir e, halê min ji yê wê xerabtir e.

Li derve ximanî baranê ye, ewê berbatî çê bibe. Berf dihele, serma di ser sifirê ra 2 derece ye. Îro ne roja meriv ji mala xwe derê. Jixwe fişke fişka min e, ez nîvnexweş im. Ezê îro îsrehet bikim.

Bapêş nexweşiyeke bela ye, meriv nerehet dike.
Rewşa min xerabtir bû, baştir nebû, min çû ji xwe ra dermanê poz kirî.
Dema ez bi bapêşê diketim, diya min a rahmetî dermanên wê pir bû. Baş nayê bîra min, hin tişt, minşt tevhev dikir, dikeland û digot vexwe, tu yê baş bibî…
Min jî zencefîr, simaq û sîr tev çayê kir û vexwar. Lê pere nekir. Ji mecbûrî min  berê xwe da dermanxanê xwe ra pufeke poz(xylonmetazolin 1mg/ml)kirî. Çaxa pozê min dixetime ez bi kar tînim.
Ya herî baş meriv qet nexweş nekeve, lê belê di vî umrî da ew jî ne mimkûn e. Her sal di van herdu mehên zivistanê da em çend caran bi bapêşê dikevin. Min derzîya bapêşê jî li xwe xistiye lê dîsa pere nekir....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar