Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hedefa xwe ya piştî ”Tirkiye bêteror” eşkere kiriye, gotiye:
"Nuha qonaxa nû ya pêvajoyê ewê dest pê bike. Emê vê qonaxê jî bi aramî û bi nermî bimeşînin. Pêşî Tirkiyeya Bêteror, paşê jî emê bigihîjin armanca xwe ya herêma bêteror."
We fahm kir mêrik çi dibêje, bi "herêma bêteror" ço qest dike?
Qesta wî xerakirina hukûmeta Kurdistana Rojava ye.
Mêrik dibêje, me îşê PKK´ê, DEM Partiyê qedand. Nuha jî dora Kurdistana Rojava ye.
Wek hûn dizanin Erdogan û tirk ji îdareya Kurdistana Rojava
ra dibêjin ”korîdora terorê”.
Nuha jî ewê bi alîkariya Evdila Ocalan Kurdistana Rojava jî
bi nermî, hêdî hêdî bikin ”herêma bêteror”!
Yanî hedef, program hatiye hazikirin dibê "korîdora
terorê" were paqijkirin, bibe "herêma bêteror" !
Heval û dilxwazên PKK´ê, DEM Partiyê hîn jî kemîna dewleta
tirk û Evdila Ocalan danîye nabînin. Hîn jî yên ji Evdila ra li çepikan dixin hene. Ev yek min matmayî dihêle.
Trajediyeke nehatiye dîtin, însan çawa kanin hewqasî saf
bin, hewqasî kor bin, meriv fêm nake !
Devlet Bahçeliyê neyarê kurdan bûye berdevkê Evdila Ocalan. De êdî hesab li ba we ye. Hin kes hîn jî dev hişê wan nayê serî, nikanin ji îpnotîzma Evdila Ocalan xelas bibin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar