Rûdaw dev ji çêkirina, ji îmalata gotinên naylon bernade.
Balafireke Tirkiyê di nabêna Îzmîrê û Stenbolê da ketiye, pîkot miriye. Rûdawê
gotiye ”balafirajo” miriye.
Navê pîlot bûye ”balafirajo” !
Bi îngilîzî, fransî, almanî, îspanyolî, swêdî ji pîlot ra dibêjin pîlot.
Hin nav, substantîv hene her kes wî navî bi kar tîne.
Lê Rûdaw û hin kurdên nuhpêketî, yên bûne profesorên kurmancî viya qebûl nakin, wek fabrîqa peyvan, wek dezgeha zimanê kurdî dixebin.
Mêrikan ji her tiştî ra navekî çêdikin. Milet fêm dike, fêm naken e xema
wan e.
Kurmancî lewitandine, êdî kes ji kurmancî fêm nake.
Çend numûneyên din yên ecêb:
”Asayîşê tekez kir ku divê hemû welatî pabendî naveroka vê
biryarê û RÊNIMAYIYÊN derketî bin.”
”Her wiha hat diyarkirin ku kî SERPIRÇIYê bike dê RÊKARÊN
yasayî yên tund li hemberî wî werin girtin.
Min bi xwe tiştek ji "
"Rahênan" û "rageşî" jî heye...
Di medyayê da dibê meriv zimanekî fesîh yê milet jê fêm dike bi kar bîne. Çêkirina gotinên nuh him bêmesûlîyetî ye, him jî dibe sebebê xwendevan fêm neke.
Piraniya kurdan nikanin bi kurmancî bixwînin, dibê meriv bi zimanekî hêsan xelkê teşwîqî xwendinê bike, ne ku xelkê ji xwendina kurdî sar bike, dûr bixîne.
Bi kurmancîya "balafirajo, rênimayî, serpirçî, rêkar" û yên wek wan xelk ji xwendina kurmancî dûr dikeve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar