24 februari 2026

Dewleta tirk PKK nexapandiye

Hevalekî PKK´ê, Partiya DEM´ê bi navê Adem, ji nav û naveroka rapora Momîsyona Meclîsa Tirkiyê pir aciz bûye, bi hêrs, bi xeyalşikestî îmzekirina raporê ji alî Partiya DEM´ê rexne kiriye, gotiye, Partiya DEM´ê him ray daye Rapora Komîsyona Meclîsê, him jî rexne dike.
Di raporê da tiştekî ji bo kurdan tune ye. Meriv raporeke wiha îmze nake. Lê we îmze kir.
Madem hûn raporê baş nabînin, dibêjin tê da perwerdeya bi kurdî tune ye, navê wê gerek ne wiha be, filan û bîvan. Baş e, we çima raya erê da raporê? We raya red bidayê!

Birayê ezîz, pêvajo ji bo Tirkiye ji terorê xelas bibe dest pê bû, jixwe navê wê jî ”Tirkiye bêteror e, xelaskirina Tirkiyê ji terorê ye”!

Yanî PKK rêxistineke terorîst e û karê kiriye jî terorîzm e, gerîla jî terorîst in.
Dewlet bi vê pêvajoyê dixwaze dawî li terorê bîne, Tirkiyê ji terorê xelas bike.
Dibê PKK´ê ji destpêkê navekî wiha, hedefeke wiha qebûl nekira, navê wê bikira çareseriya mesela kurd.
Evdila Ocalan, PKK´ê û Partiya DEM´ê ev navê pêvajoyê qebûl kirin û ji destpêkê da destek dan pêvajoya ”xelaskirina Tirkiyê ji terorê û avabûna Komîsyona Meclîsê.
PKK´ê di vê çarçewê da xwe fesh kir.
Efendim di Rapora Meclîsê da ji bo kurdan tiştek tune ye. Ma ewê ji bo kurdan çi hebe?
Erdogan tu carî qala hebûna gelşeke kurdî nekiriye, tim gotiye li Tirkiyê probleke kurdî tune ye, problem teror e.
We ji destpêkê da ev nav û ev hedefa dewletê qebûl kir.
Dewletê pêvajo ne ji bona çareserkirina mesela kurd, ne ji bona mafekî bide kurdan, ji bona Tirkiyê ji terorê xelas bike û terorîstên li Qendîlê werin teslîmî edalta tirk bibin da destpêkirin.
Evdila Ocalan, Qendîlê û Partiya DEM´ê di serî da him navê pêvajoyê, him jî hedefa dewletê qebûl kirin. Ji bona wê jî gazina dawî ne rast e, dewletê kes nexapandiye, ji destpêkê da çi gotiye wiya dike.
Di raporê da dibêje, li Tirkiyê gelşa kurdî tune ye, teror heye. Ji bo ku Tirkiye ji terorê xelas bibe û ji bo terorîstên vegerin di qanûnan da ewê hin guhertinan çêkin.
Bi qebûlkirina pêvajoyeke bi vî rengî, bi vî navê dewletê lê kiriye(Tirkiyeke bêteror), PKK´ê têkoşîna xwe ya 45 salî kir teror. 
Mesele ji viya îbaret e.

XXX

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrackê Lubnanî pesnê Mesûd Barzanî daye, gotiye Mesûd Barzanî "serokekî efsanewî ye û xwedî zanebûneke meriv matmayî dihêle."

Bi baweriya min derewan û şelafiyê dike.

Devkî xweş dike, lê bi dil û bi karê xwe gorra Mesûd Barzanî dikole, dilê wî bi erebanra ye.

Di derewan û şelafiyê da zirara wî tune ye, kara wî heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar