Kesên Apocî, PKK micadela kurdan a ji bo azadî û serxwebûnê ji xwe,
bi micadela xwe didin destpêkirin.
Li gorî hevalên PKK´ê berî PKK´ê tiştekî kurdan li fêzê tunebû. Ji bo kurd û
Kurdistanê, ji bo zimanê kurdî kesî kar û xebatek nekiriye. Her tiştê îro heye
giş berhemên PKK´ê ne, bi xebata PKK´ê hatiye bidestxistin. Keda tu kesî, tu
hêzê di van tiştên heyî da tune ye. Kurd wek kerîyek pezê bêşivan bûne, Evdila Ocalan, PKK´ê ew ji keriyê guran xeles kirine.
Di platforma X´ê da hevalekî PKK´ê bi naznavê #ElSenor, #NecatZanyar rexne kiriye, gotiye:
Yekî dinê bi navê #Tendûrek jî gotiye:
”Li ku derê belediyên di destên kurdan da û çapemenîya kurdî
hebû?
Kê ji bo hebûn û azadiya kurdan xebat kir ku kesî nedît?”
Li gorî van camêran berî PKK´ê kesî tu xebat nekiriye, her tiştî bi PKK´ê dest pê
kiriye. Belediyên di destê kurdan da tunebûn, parlamenterên kurd tunebûn, kesî
jî ji bo azadiya kurdan xebat nekiriye; her tiştî bi xebata PKK´ê dest pê
kiriye.
Dema meriv tarîxa xwe nizanibe, bêyî weşanên PKK´ê, virên Evdila Ocalan tiştekî
din nexwîne tarîxa kurdan, micadela kurdan ji PKK´ê dide destpêkirin.
Dibê meriv ji van kesan bipirsr, ma berî hebûna PKK´ê beledîyeyên
Kurdistanê di destên tirkan da bûn, serokên wan giş tirk bûn?
Ma berî PKK´ê parlamenterên kurd giş tirk bûn?
Erê partiyên kurdan yên legal tunebûn, lê belê parlamenterên kurdan giş kurd
bûn, pirên wan merivên kurdperwer bûn, tirk û ereb ne parlamenterên kurdan bûn.
Beledîyeyên Kurdistanê di destên kurdan da bûn, serokên gelek belediyan kesên
kurdperwer bûn.
Piştî ku li Tirkiyê rewş hat guhertin, gelek kurd ji partiyên tirkan veqetiyan,
partiyên xwe yên legal ava kirin û ji wan partiyan bûn parlamenter û reîsê şarederiyan,
belediyan.
Yanî beledîyeyên Kurdistanê bi xêra PKK´ê neketine destê kurdan, berê jî di
destê kurdan da bûn.
Berê jî di nava partiyên tirkan da gelek parlamenterên kurd yên miletperwer
hebûn, dûra hinek bûn hevalên, dostên PKK´ê.
Ma Abdulmelîk Firat, Yusûf Azîzoglu, Kemal Badillî, Zîya Şerefhanoglu, Nûretîn
Yilmaz, Dr. Tarik Zîya Ekincî, Şerafetîn
Elçî, Dr. Şivan, Kemal Burkay, Celal Paydaş, Ahmed Melîk, Ahmet Turk û bi dehan kurdperweriyên din giş ne berî
PKK´ê hebûn, ji bo gelê xwe dixebitîn û hinekên wan bûbûn parlamenter û senator?
Ma Mehdî Zana, Ûrfan Alparslan, Muharem Şeyhanlioglu û bi dehan kesên din bi
xêra PKK´ê bûn serokên şaredeyiyan?
Hin ji van kesan bûn dost û hevalên PKK´ê
Dibê hin kurd, hin lêkolîner bi şiklekî kronolojîk lîsteyeke berî PKK´ê çiyê
kurdan hebû derxîne. Dibê kurd tarîxa xwe ya nêz fêr bibin.
Gerek hûn her tiştî bi PKK´ê û bi Evdila Ocalan nedin destpêkirin, ev îdîayeke
bêbingeh e. Bi derewên wiha hin cahil, hin nezan dixapin, lê rastî new ek hûn
dibêjin, hûn jê bawer dikin. Evdila Ocalan, PKK berhema micadela gelê kurd e.
Kurdên welatparêz, kurdperwer di salên 1960-70´î da xebatên pir hêja kirin, micadeleyeke
bêhempa dan. Bi sedan ketin zindanan, sirgûn bûn, hatin kuştin. Di mahkimeyên
tirk da bi mêranî kurd û Kurdistan, azadiya miletê kurd parastin.
Di sala 1960´î da bi xêra micadele û liberxwedana kurdperwerên Doza 49´a, bi
xêra xebat û liberxwedana, parastinên girtiyên Doza 49´a û yên komeleyên DDKO, Evdila
Ocalan, serok û kadirên PKK´ê bi kurdbûna xwe hesîyan.
Heger ne xebat û micadela 50 kurdperwerên Doza 49´a bûya, heger ne micadele û
parastinên girtiyên DDKO bûya, heger ne xebatên Dr. Şivan, Seîd Elçî, Faîk Bûcak û ne xebata partî û komeleyên wan bûya Evdila û hevalên wî bi kurdîtiya xwe nedihesiyan,
ji dû qûna çepên tirk venediqetiyan.
Xebata Dr. Şivan û hevalên wî, yên partiyên kurdan, weşanên Rizgarî, Komalê û Riya Azadî xwendkar şiyar kirin, ew ji tirkan dûr xistin û berê wan dan avakirina rêxistin û partiyên kurdî. PKK, hin merivên nezan van xebatan gişan înkar dikin, dibêjin berî PKK´ê kesî tiştek nekiriye. Ev ne rast e, bêwefayî ye, înkara keda xelkê ye.
Girtiyên DDKO di sala 1971-72´ a da di mahkimeyên leşkerî da bi mêranî azadiya
miletê xwe parastin û vê liberxwedana wan jî tesîreke mezin li xwendekaran kir
û bû sebebê avabûna gelek partiyan. PKK jî berhemeke vê xebatê û vê demê ye.
Dibê meriv hewqasî jî ne înkarcî be, xebata xelkê înkar neke.
Evdila Ocalan û PKK berhema, netîceya xebat û micadela kurdên berî xwe ne. Rastî
ev e, ne eksê wê ye.
Tiştê Evdila Ocalan û PKK´ê li kurdan zêde kiriye rêberî û serokatiya tirkan e.
Bi PKK´ê ra tirk bûn serok û parlamenterên kurdan, bûn serokên partiyên kurdan
û beledîyeyên Kurdistanê.
Berî PKK´ê serokên partiyên kurdan kurd bûn, parlamenterên kurdan kurd bûn,
Evdila Ocalan ev heq ji destê kurdan girt, da tirkan, tirk kirin serok û
parlamenterên kurdan. Dibê kurd vê xerabiya PKK´ê ji bîr nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar