22 februari 2026

Li Kurdistana Başûr vê carê jî asîmîlasyona îngilîzî dest pê kiriye


Zimanzan Dr. Emîn Ebdulqadir di malpera Rûdawê da gotiye, her 
çiqas li Kurdistana Başûr zimanê kurdî di asteka baş da be jî metirsiyeke nuh li ser kurdî peyda bûye. Ew jî zimanê înglîzî ye.

Zimanzan(fîlolog)Dr. Emîn Ebdulqadir gotiye, ”gelek malbatên rewşenbîr, birêvebir û dewlemend li malê bi zarokên xwe ra bi Îngilîzî dipeyivin.

Zarok li parkan di dema lîstikan da bi Îngilîzî bi hev ra dipeyivin. Ev yek dibe sedemê zimanê dayîkê bibe zimanê duyem, an jî yê sêyem.”

Cara pêşîye ez tiştekî wiha dibihîzim. Wek Dr. Emîn Ebdulqadir jî gotiye, dema axaftina malê û zimanê zarokan yê lîstikê bibe îngilîzî pir xerab e, asîmîlasyoneke ji dil e û têkçûna kurdî ye.

Gava zimanê zarokan yê malê, yê dê û bavê ne kurdî be(kurmancî, soranî), îngilîzî be, zarok ji kultur, edebîyat, muzîka kurdî qut dibe, dibe malê ziman û edebîyata zimanê îngilîzî.

Zarokê bi zimanê înglîzî mezin bibe, nikane bibe nivîskarekî kurd, edîbekî kurd, lêkolînerekî kurd. Nikane bi kurdî çîrokekê, romanekê, şiîrekî, piyesekê, sitranekê binivîsîne; nikane bibe rojnamevan, sipîkerekî, sipîkereka kurd.

Bi kurtî, zarokê zimanê wî yê dayikê ne kurdî,  îngilîzî be, bi nîjada xwe kurd e, lê bi ziman û kultura xwe, bi berhemên xwe îngilîz e, malê edebîyata îngilîzî ye.

Fêrbûna zimanan baş e, bi taybetî jî fêrbûna îngilîzî baş e, lê ne ku meriv li welatê xwe, li mala xwe dev ji zimanê xwe berde û bi zarokên xwe ra bi îngilîzî bipeyive.

Heger ev yek berfireh be û çend nifşan dom bike, zimanê îngilîzî dikeve dewsa kurdî û kurd jî dibin kurdên zimanê wan îngilîzî ye. Yanî kurdên bûne îngilîz.

Kurdên bûne tirk, ereb, faris hene, wa ye li Kurdistana Başûr kurdên dibin îngilîz jî çêdibin.

Tiştê meriv ji van gotinên Dr. Emîn Ebdulqadir fêm dike, yên bi zarokên xwe ra bi îngilîzî dipeyivin kurmanc in, behdînê ne.
Dr. Emîn Ebdulqadir li ser girîngiya devoka behdînî sekinîye û wiha gotiye:

”Zaravayê Behdînî di navbera Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Navîn (Soranî) de xwedî pêgeheke stratejîk e. Behdînî ew zarava ye ku dikeve navbera Kurmanciya Botanê û Soranî.

Dema kesek bi Behdînî diaxive, hem kurmancîaxêvên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û hem jî Soranîaxêvên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jê fêm dikin.

Ji ber vê yekê ye, Behdînî pireke zimanî ye ku her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girê dide."
Ji bo ku li welatê xwe meriv dev ji zimanê xwe berde, bi zarokên xwe ra bi îngilîzî bipeyive dibê ruhê netewî, miletperwerî bi meriv ra pir zeîf be. Û meriv zimanê xwe, miletê xwe, kultura xwe biçûk bibîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar