21 februari 2026

Pîrozkirin tenê têrê nake

Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî ji sala 1999´a vir da ye her sal di 21ê sibatê da li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. 

Wek her miletî em kurd jî vê roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz dikin.
Pîrozkirin baş e, meriv girîngiya zimanê xwe bibîra însanan, civatê dixîne.  Pîrozkirin baş e, lê ew me xelas nake.
Dibê em zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, dibê em ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin, xebatên xwe bi kurdî bikin. Zimanê me yê malê û bazarê dibê miheqeq kurdî be.

Xwendekarên bengalî di 21´ê sibta 1952´a da ji bona zimanê xwe daketin kolanan, ji  hukûmeta Pakîstanê azadiya zimanê xwe xwestin, bi sedan hatin kuştin.
Lê bengaliyan dev ji micadela xwe ya ji bo azadiya zimanê xwe bernedan û di 26´ê adara 1971´ê da bûn xwedî dewleteke netewî, serxwebûna xwe îlan kirin.

Micadela ji bo perwerdeya bi zimanê xwe bengalî ji bindestiya Pakîstanê derxistin, kirin xwedî dewlet.
Me kurdan, partiyên me, siyasetmedar û ronakbîrên me tu carî wek bengalîyan girîngî nedaye zimanê xwe. Ji bo wî jî em kurdên Kurdistana Bakur zû û rehet asîmîle bûn, di nav sed salî da herî kêm 5-6 milyon kurd heliyan, bûn tirk.
Kurdên herî şiyar, herî siyasî navên kurdî li zarokên xwe kirin, lê bi tirkî bi wan ra peyivîn, wan bi destên xwe zarokên xwe asîmîle kirin...

Navên kurdî li kovar û rojnameyên xwe kirin, lê bi tirkî nivîsîn.
Yanî kesên, hêzên gerek li zimanê xwe xwedî derketana, milet şiyar bikirana, wan ji dewletê bêtir kurd asîmîle kirin. Bi xebatên xwe, bi nivîs, kovar û rojmaneyên xwe yên bi tirkî kurd asîmîle kirin, karê dewletê rehettir kirin.
Ev du sê sal in ji bo zimên şiyarbûnek heye, lê pir qels e, dibê xurttir bibe, dibê kurdî bibe zimanê zarokan.
Berî her tiştî dibê kurd bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, kurdî gerek bibe zimanê malê û bazarê.
Nifşê bi kurdî mezin nebe dibe tirk, nikane tu feydeyeke kulturî, edebî, folklorîk, muzîkalî bide miletê xwe. Çimkî kurdî nizane, gava ziman tirkî be, berhem jî bi tirkî dixuliqe.
Ji bo wê jî dibê miheqeq em bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin.
Gerek kurd, siyasetmedarên kurdî nizanibin hilnebijêrin, nekin serok û berpirsiyarên xwe, nekin serokên tu komele û rêxistinê.
Dibê xebatên siyasî, civakî bi kurdî werin kirin, axaftinên bi tirkî werin redkirin.
Dibê li çarşî û bazarê meriv alvêra xwe bi kurdî bike, bi dikandaran ra bi kurdî bipeyive.
Zimanê me sîgorteya hebûna me ye, asîmîlasyon jî mirina me ye, wendabûna me ya ji tarîxê ye.
Tiştê heta nuha em parastine, nehîştiye em bibin ereb, faris û tirk zimanê me ye. Roja em asîmîle bibin emê wek milet bibin tirkên esîlkurd. Jixwe ji nuha da 5-6 milyon bûne tirk. Heger hûn naxwazin bibin tirk bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, dibê zimanê we yê malê kurdî be.

Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî pîroz be !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar