Belediya Wêranşarê li çend ciyan ”Sifra Gel” danîye, xwarina fitarê belaş dide xelkê. Qey ewê mehekê dom bike.
Belkî li hin bajarên Kurdistanê yên din jî belediye di meha Remezanê da eynî
tiştî dikin.
Civata me, kultura me, exlaqê me yê civakî pir guherîye, însan êdî ne motaj
bin jî xwarina belaş dixun, xêratê, alîkariya belediyê normal dibînin. Dewlet jî viya teşwîq dike, milet fêrî destvegirtinê dike.
Berê belediyê di meha remezanê da xwarina belaş nedida, tiştekî bi navê ”sifra gel” tunebû.
Bi van ”sedeqe, xêratên ”xwe zirareke mezin da şexsîyeta însanên me.
Nuha jî belediyên me eynî tiştî dikin. Xwarina belaş didin xelkê.
Kultura me, sosyolojiya me hatiye guhertin, însanên me êdî sedeqeyê, xêratê, belaşiyê normal dibînin.
Feqîr ne feqîr, motaj, ne motaj her kes kane here li aşxana belediyê têkeve dorê, li ser ”sifra fitarê” rûne û xwarina beledîye belaş dide bixwe.
Ya din kî zane kî bi rocî ye, kî ne bi rocî ye?
Belkî piranî ne bi rocî ne jî, ji ber ku belaş e tê şîva xwe dixwe û dihere mala xwe.
Bi baweriya min beledîye karekî ne baş dike, sîstemeke wiha ne rast e. Zirarê dide şexsîyeta însên, însên fêrî qebûlkirna xêratê, belaşiyê, xwarina ji kîsê xelkê dike. Alîkariyên wiha dema dom bikin, dibe adet, dibe kultur, ji bo şexsîyeta însên ne baş e.
Heger îsanên bi rastî motaj hene, bira miraceetî alîkariyê bikin ya jî werin tespîtkirin û li gorî wê alîkarî bi wan kesan ra were kirin.
Ne ku belediye xwarinê belaş bide her kesê here wir, têkeve dorê. Însanên vê alîkariyê îstîsmar bikin pir in.
Dibê pereyê baca milet li karên, li xizmetên hîn bi fêde were xerckirin.
Hezar kêmasî û hewcedariyên Wêranşarê hene, dibê belediye perê milet ji bo wan tiştan xerc bike, ne ku bonkêriyên wiha bike, her êvar xwarina belaş bide xelkê.
Ji dêlî dana fitara belaş, dibê belediye malpera(sîteya)xwe bike duzimanî. Malperên belediyê yên Facebookê û X´ê bi tirkî ne, xeberên belediyê hemû bi tirkî tên belavkirin.
Çima kurdî tune ye?
Şerm e ji bo belediya Wêranşarê malpera wê ne bi kurdî be. DEM Partiyê berî hilbijartinan soza xizmetguzariya duzimanî dabû.
Bi baweriya min alîkariyên wiha him zirarê dide şexsîyeta însên, him jî perê milet di karên nerast da tê hederkirin, dibê meriv însên fêrî sedeqeyê, xêratê, belaşiyê neke, ez rast nabînim.




Inga kommentarer:
Skicka en kommentar