19 februari 2026

Belediyên DEM Partiyê guh nedane kurdî


DEM Partiyê berî hilbijartinên 31ê adara 2024´a soza "beledîyên pirzimanî", xizmetguzariya bi kurdî dabû milet.

Lê beledîyên DEM Partiyê piştî hilbijartinan ev soza xwe ji bîr kirine. Li gorî rapora MA´yê ji 62 belediyên DEM Partiyê 9 belediye tenê xizmetê bi du zimanan, kurdî û tirkî dike. Malperên 46 beledîyeyên din ne duzimanî, tenê bi tirkî ne.

Dema nîvê(belkî hîn jî zêdetir) parlamenterên partiyekê tirk bin helbet belediyên wê ewê giraniyê nedin kurdî.

Li dinyayê bêyî kurdan tu miletekî din ferdên miletê serdest nake serok, berpirsiyar û parlamenterên xwe. Kurd dikin.

Filistînî cihûyekî nakin bekçiyê taxa xwe, nakin muxtarê gundekî xwe.

Lê kurdên DEM Partiyê, yên PKk´ê wan dikin serokên xwe. Ji bo wê jî pir normal e beledêyeyên DEM Partiyê guh nedin kurdî, malperên wan tenê bi tirkî be.

Her çiqas demeke dirêj di ser hilbijartinan ra derbas bûye 46 belediyan tenê bi zimanê Tirkî xizmetê pêşkêş dikin.

Li wîlayet û navçeyên wekî Agirîyê, Giyadînê, Bazîdê, Amedê, Pîranê, Erxenîyê, Hênê, Sûrê, Rezan, Karazê, Farqînê, Licê, Mêrdînê, Nisêbînê, Dêrik, Artuklu, Şemrex, Mûş, Milazgir, Gimgim, Kopê, Sêrtê, Misircê, Cizîrê, Wanê, Erdişê, Westanê, Payîzavayê, Elbakê, Ebexê, Şaxê, Qelqeliyê malperên şaredariyan tenê bi tirkî ne.

Ev jî nîşan dide ji kurdî bêtir qînetê didin tirkî, ji ber ku qîmetê nadin kurdî malperên xwe nekirine duzimanî.


Heger bixwstana ewê malperên xwe bikirana duzimanî. Çîkirina malperekê belkî 2-3 seetan jî nagire.
Kesên bûne serokên belediyan ne li dijî asîmîlasyonê ne, tu derdekî wan û kurdî tune ye.
Kurdî ne xema milet e jî, heta milet jî naxwaze kurdî hebe, ji bo bwê jî zor nedane belediyên xwe.

Milet ji zimanê xwe hez bikira ewê bi gewriya serokên belediyan bigirta û daxwaza xizmeguzariya zimanê xwe bikira.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar