19 februari 2026

Ma hûnê kînga li hev bikin û meclîsa Kurdistanê vekin?

Sal û nvîvek di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye hîn jî deriyê meclîsê girtiye û hukûmet çênebûye.

Li ser namzedê serokatiya Îraqê jî li hev nakin; PDK dibêje bira ji min ra be, YNK dibêje na ev heqê min e.
Ji bo ku PDK û YNK pêşmergeyên xwe bikin yek, hukûmetê ava bikin du sal in Amerîka bi serokên PDK´ê û YNK´ê ra civînan çê dike, zextê dide ser wan, dibêje hêzên xwe bikin yek, hukûmetên xwe bikin ye. Lê nakin...
Dibê kurd li Hewlêrê û li Silêmaniyê dakevin kolanan û PDK´ê û YNK´ê protesto bikin, vekirina meclîsê bixwazin.

Do amerîkiyan dîsa bi wan ra civînek çêkiriye. Bawer nakim tu li hev bikin, meclîsê vekin û hukûmetê ava bikin. Hilbijartineke nuh jî çênakin.

Herdu alî(PDK, YNK)jî ji rewşê memnûn in, petrola Kurdistanê, zengîniyên wê di nava xwe da talan dikin, kes guh nade halê milet.
Carê şermeke, rûreşiyeke mezin Amerîka ji bo lihevanînî, ji bo yekîtiya hêzên pêşmerge û avabûna hukûmetê, vekirina meclîsê têkeve nabêna PDK´ê û YNK´ê.
Dema çeteyên hukûmeta Colanî êrîşî ser kurdan kirin, Parlamentoya Ewrûpayê, meclîsên çend welatan bi rojeva Sûriyê û Kurdistana Rojava civiyan û rewşa kurdan minaqaşe kirin, piştgiriya xwe bi kurdan ra diyar kirin.
PDK´ê û YNK´ê Meclîsa Kurdistanê venekirin û li ser Kurdistana rojava tu biryar negirtin. Yanî di roja herî xerab da jî meclîsa Kurdistanê venekirin û wer xuya dike nêta wan a vekirina meclîsê tune ye. Barzanî heta şertên xwe bi YNK´ê nede qebûlkirin meclîsê venake.
Amerîka, Xerb heta kînga ewê tehamulî vê rewşê bikin ez nizanim…
Amerîka, Îsraîl li hemberî Îranê haziriya herbê dikin, li herêmê rewş pir krîtîk e, yên me meclîsa xwe venakin, pêşmergeyên xwe nakin yek. Trajediyeke mezin e. Roja Amerîka wan neparêze, alîkariya xwe qut bike, tirk û ereb tavilê ewê wan daqultînin…

XXX

Abûqat Suphî Ozgen kurdekî, welatparêzekî hêjayî pesin û deqdîrê û xelatê ye. Camêr ji bo ku kurd ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbiêrin li Stenbolê xebeteka bêhempa dike, bi tena serê xwe ji hemû partiyên me bêtir dixebite. Dibê hin dezgehên kurd vî welatperwerê hêja xelat bikin. Sitrana zimanê kurdî

XXX

Ev xanima ji Silêmaniyê çûye Bexdayê. Nûçegîhanê(mixabirê) Televîzyona Almasra bi erebî jê dipirse:

-Tu ji Hewlêrê tê ya ji Silmaniyê,te Bexda çawa dît?
Xanima silêmanî bi kurdî bersîvê didê, dibêje:

-Wele zor xweş e. Ez çûme gelek welatan. Cara pêşî ye têm Bexdayê. Min nizanîbû Bexda hewqasî xweş e. Bi dilê min e.

Ya muhîm, ne bi erebî, bi rûkenî bi zimanê xwe bersîv daye rojnamevanê ereb. Wan jî bersîva wê wergerandiye erebî.

Pir kêfa min jê ra hat. Xanimê tiştekî baş kiriye, pîroz dikim.

Gerek em kurdên Kurdistana Bakur jî wek vê xanima silêmanî kanibin bi kurdî bersîvê bidin rojnamevanekî tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar