18 februari 2026

Sabahat Tuncel ji pêşketina miletperweriya kurdî di nav xortan da pir nerehet û bi tirs e

Hevseroka HDP´ê ya berê Sabata Tuncelê gotiye di nava ciwanên kurdan da pêleke miletperweriyê (nasyonalîzmê, mîlîyetçî) xurt dibe. Ev pêla miletperweriyê bi riya medyaya dijîtal tê meşndin.

Sabahat xanim ji miletperweriya kurdan pir aciz û nerehet e, tirsa dilê xwe daye der, gotiye:
”Di nava kurdan da pêleke miletperwer(mîlîyetçî)heye. Di nava xortan da gotûbêjeke wiha heye. Merkezên tesîrê li vê dikin hene. Merkezên pir xurt hene, ez wiha difikirim.

Yanî li Tirkiyê, bi taybetî jî di ser medyaya dîjîtal ra hin propagande ji merkezekê bi zanîn tê pêşxistin. Ez difikirim rola dewletê jî di vê yekê da heye. Çimkî li hemberî xeta kurdî azadîxwaz, xeta mîlîyetçî, dîncî tê xurtkirin, organîzekirin….”

Xeta Sabahat Tuncel diparêze û berdevkiya wê dike ne xeteke azadîxwaz û serxwebûnxwaz e; xeta Tirkiyeparêz e, xeta asîmîlasyonê û entegrasyona kurdan di nava tirkan da ye.
Heger Sabahat tuncelê azadî ûserxwebûna kurdan bixwesta, ewê ji pêşketina nasyonalîzma kurdî nerehet nebûya, ewê kêfa wê bihata.

Miletperweriya/nasyonalîzma kurdî pêşverû ye, rast e, ji bo azadiya kurdan şert e. Ji bona miletê kurd îdeolojiyeke azadîxwaz û serxwebûnê ye.

Nasyonalîzma kurdî tevgereke siyasî, kulturî ya netewî ye, dixwaze kurd ji bindestiyê derkevin û bibin xwedî dewleteke netewî, qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Nasyonalîstên kurd li dijî dagirkeriyê, asîmîlasyonê ne, dixwazin kurd jî wek ereb, tirk û farisan serbixwe bin, xwedî dewleteke netewî bin.
Sabahat Tuncel ji dêlî bi xurtbûna kurdperweriya di nava xortan da kêfxweş bibe, xemgîn dibe, di vê dema dibê kurd destên xwe bidin hev, bi tifaq bin êrîşî kurdên kurdperwer dike, dibêje tiliya dewleta tirk di xurtbûna nasyonalîzma kurdî da heye.
Nasyonalîzma kurdî ya miletekî bindest e, ji ber ku li dijî dagirkeriyê ye û hedefa wê azadî û serxwebûna miletê kurd e, pêşverû ye, ne irqçî ye, ne li dû dagirkirina welatê kesî ye.

Nasyonalîstên kurd ne êrîşkar in, ne irqçî ne, zimanê kesî qedexe nakin, naxwazin welatê kesî dagir bikin, tenê dixwazin ji bindestiyê rizgar bibin.
Kesê di ruhê wî/wê da piçek miletperwerî hebe ji pêşketina, xurtbûna nasyonalîzma kurdî nerehet nabe. Sabahat ne tenê li dijî nasyonalîzma kurdî ye, dixwaze rê li ber bigire…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar