Li Tikriyê, li bajarê Îzmîrê keçeke kurd a 16 salî bi navê A.K ji bo ku guliyê xwe hûnaye û vîdeoya hûnana gulîyê xwe/kezîyê xwe di medyaya sosyal da parve kiriye hatiye girtin.
Dadgehê zaroka 16 salî, ji ber ku vîdeoya hûnana gulîyê xwe, kezîyê xwe di medyaya sosyal da parve kiriye keçik sûcadar dîtiye û tewqîf kiriye.
Li gorî mahkima tirk û edeleta tirkan ereb keçên kurd bikujin, guliyên wan
jêkin jî dibê kurd wahşeta wan protesto nekin, heger bikin sûc e, piştgiriya
terorîzmê ye.
Tirkiye di her warî da bûye dewleteke, welatekî irqçî, antî-kurd. Protestoyeke kurdan ya herî normal, herî masûmane, herî demokratîk jî sûc tê dîtin. Nahêlin kurd şîna xwe eşkere bikin.
Ji roja Tirkiye ava bûye antî-kurd e,di tu warî da azadîya kurda tuneye. Lê di van 24 salên AKP, Recep Tayyip Erdogan li ser hukim e, Tirkiye zêde zêde bû welatekî, dewleteke, rejîmeke antî-kurd.
Dadgeheke engîzîsyonê ya serdema navîn ancax keçeke 16 salî ji ber ku guliyê xwe hûnaye û vîdeoya wê parvekiriye bigire û zindan bike.
XXX
Rêberê Şîeyên Îraqê yê herî mezin Elî Sîstanîyê 95 salî li
ser bernameyên înternetê fetwayeke nuh daye.
Elî Sîstanî, di fetwa xwe da di înternetê da hevaltiya jin û
mêran, bi hev ra axaftina wan li gorî şerîeta îslamê heram kiriye.
Gava kalekî 95 salî li welatekî rêberê miletekî be, li ser
teknîka dijîjîtal, li ser jiyana însanan ”FETWAYÊ bide, aqilê wî miletî bi qasî
aqilê mirîşkekê jî tune ye; miletekî pir paşdamayî û ji pêşketinên nuh, ji
medenîyetê bêpar maye.
Îran jî ji Îraqê ne kêmtir e.
Li Îranê jî Ayatullah Elî Xameynîyê 86 salî serokê Îranê ye,
dewlet, bi milyonan însan guh didin fetwayên wî.
Di vê serdemê da serokatiya kesên wiha neheqiyeke, zulmeke
mezin li miletan.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar