Îro li Stockholmê him pir sar e, him jî rojeke xweş a bi tîn heye. Di meşê da sê, caran sekinîm, min kumê serê xwe danî, wek swêdî dikin, min jî çavên xwe girtin, xwe da ber rojê.
Tîrêjên rojê bedena min nerm û germ kir. Do jî wek îro roj pir xweş bû…
Di rojên wiha xweş da swêdî derdikevin derve, dimeşin, ba didin, kûçikên xwe digerînin,
xwe dididin ber tavê.
Îro jî li der ve pir bûn. Gava roj xweş be gewzê wan xweş dibe, rûken dibin.
Du meh in li Stockholmê berf ji erdê ranebûye, serma tim li dora 5-6 derecê di binê sifirê da ye. Meş pir rehet û xweş e.
Di vê berfê, sar û seqemê da teqereqa swêdiyan bû dixebitîn. Li Hanîngê gelek avahiyên nu lê dibin, înşeat pir e. Berf be, tozan be dev ji xebata xwe bernadin.
Xanim bi min ra nehat. Wexta wê zêde tunebû, gerek biçûya ber Aras û Ronî, seet 14.30´î da ji mal dertê, dihere Aras ji zarokxanê dibe mal, seet heta 18.00 li ber wan dimîne, êvarî tê malê.
Gava tê malê şîva wê hazir e, em şîva xwe dixun û dûra bi hev ra li hin programan temaşe dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar