Ev şiîra bi navê ”Berdana Bi Şert” ya xwarziyê min, neviyê meta min Alî Varol
e. Pir kêfa min jê ra hat, min ji tirkî wergerand. Hin şiîr hene gerek bi kurmancî jî hebin. Ev şiîr jî yeka ji wan e.
Berê jî min çend şiîrên wî wergerandine.
Berdana Bi Şert, şiîreke pir xweṣ, xurt e û pir jî xembar e. Halê em tê da ne, êş û psikolojiya însanên me bi metaforên xurt, bi tesîr û di cî da raxistiye ber çavên xwendevanan.
Şair di vê şiîra xwe da êş û kulên dilê civata me yên ketine ser hev, bûne wek çiyakî û têkçûna ferdî bi wêneyên, bi teşbîhên pir bi hêz radixîne ber çavên me.Di şiîrê da ne rewşa berdaneka bi şert tenê, dinya derve jî bûye wek zindanekê. Zindaneka bîna meriv tê da diçike. Meriv bi şiîrê ra jan û êşeke mezin di bedena xwe da his dike.Alî Varol şairekî dilpak e, dilzîz e, xemxurekî miletê xwe ye, di şiîrên wî da xembarî, diltenikî, êş, jan, eşqa nîvçomayî, bêkesî, îxanet, hêvî û bêhêvîtî temayên esasî ne.
Xwezî vî şairî kanîbûya bi kurmancî jî binivîsîya. Kurmancîya wî baş e, zimanê dê û bavî wî, yê malbata wî kurmancî ye.
Lê bi
tirkî dinivîsîne. Belkî hin şiîrên wî yê bi kurmancî jî hebin. Ez nizanim. Min
çend caran jê ra got, dest bi nivîsêna şiîrên kurmancî bike.
Piştî min "Berdana Bi Şert wergerand, di malpera wî ya Facebookê da min şiîreke wî ya din, bi navê "Reddîye" dît. Ew jî pir xweş e, li ser Kurdistana Rojava ye. Min ew jî wergerand.
Alî Varol li Wêranşarê mamoste ye. 3-4 kitêbên wî çap bûne.
Tirkiya vê şiîra wî di malpera wî ya Facebookê da heye.
Berdana(texlîyeya) bi şert
Çavê wî çavê zarokê xurt, liserxwe
Feqîr xistine nuha
Li derdorê ne per û baskên wî
Ji bo sibe xuya nake hêviyek ronahiyê
Perçên cama şikestî diweşe ji birînên wî
Bextewarî ji bo wî bedela jiyanê ye
Tu kêfxweşiyeke komkiribe tune ye
Di dest da qedeh, ya vedixwe jahrî ye
Ya dixwe umrê wî yê mayî ye
Bi navê wefayê tune mîhraba wî
Dilê wî pereng perengî ye
Huzna wî bêemsal e
Di destê kê da ye sûr
Bira were pifkirinê êdî
Jiyan giş hêlîne çamûrê ye
XXX
Reddîye
We asîmanekî dilşikestî hîşt ji min ra
Bi guliyên wê va kulîlkên tirsiyayî
We ez vexwendim ser sifra xwe
Li qusûra min nenêrin begê min
Heta şûr di dest we da be nikanim rûnim
Xiyanet çandine zeviyê(erdê) hêviyê
Her tiştê însanî
Di bin gefê da ye êdî
///Alî Varol
Wergera ji tirkî:
Zinarê Xamo
2026-02-14
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar