15 februari 2026

Marco Rubîo: Ordî ji bo miletekî şer dikin !


Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio, do di axaftina xwe ya Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê da tiştekî pir muhîm, tarîxî got:

”Ordî ji bo gotinên abstrakt(muceret, soyut)şer nakin. Ordî ji bona gel şer dikin. Ordî ji bona miletekî şer dikin. Ordî ji bona şiklê jiyanekê şer dikin û em jî viya diparêzin.”

Ev gotinên Marco Rubîo yên tarîxî, sedîsed rast e, dibê ji bo me kurdan jî wisa be.

42 sal şerê PKK´ê yê li dijî dewleta dagirker ne ji bo hin mefhûmên abstrakt bû, ji bo azadî û serxwebûna miletê kurd bû, bi hezaran keç û lawên kurd bi vê baweriyê, ji bo vê armancê derketin çiyê, şehîd ketin. Wan ne ji bo biratiya gelan û demokrasiya Tirkiyê bû, ji bona Kurdistaneka azad canên xwe feda kirin. Lê serokên PKK´ê îro li dijî serxwebûna kurdan û dewleta kurdî dertên, dibêjin em ji bo kurdan tu dewlet mewletê naxwazin.
PKK xwedêgiravî ji bona azadkirina kurdan, avakirina dewleteke kurdî ava bû, dest bi şer kir, lê nuha jî ji bo ku kurd ji bindestiya tirkan û ereban dernekevin, ji bo ku dewleteke kurdan jî ava nebe Evdila Ocalan û hevalên wî xwe perçe dikin, hezar demagojiyê li hev rast dikin; ji bo ku kurdan bixapînin.
Heyfa wê keda salan, heyfa xwîna bi hezaran şehîdan…
Ev jî îngilîjiya axafina Marco Rubîo ye:
"Armies do not fight for abstractions. Armies fight for a people. Armies fight for a nation. Armies fight for a way of life and that is what we are defending."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar