Min di nivîsa xwe ya do da jî got, kurdan di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê da Erdogan û Hakan Fîdan neqawt kirin.
Ji ber beşdariya Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê, Erdogan Konferansa Munîhê boykot kir, ji Tirkiyê kes beşdarî konferansê nebû.
Bi vê netîcê xuya bû Almanyayê guh nedaye rica û gefên Erdogan û Mezlûm Ebdî vexwendiye konferansê.
Lê ne ev tenê, wezîrê karên derve yê Sûriyê Eshed Şeybanî jî guh nedaye Erdogan, bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmmed xanimê ra beşdarî Konferansa Munîhê bû.Colanî û Şeybanî ji Erdogan bêtir gurra Amerîkayê, Siûdî, Fransayê û Almanyayê kiriye…
Erdogan ewê vê bêemriya Colanî û Şeybanî daqultîne ya jî ewê bibe sebebê gelşekê, sebebê şerê nava wan nuha ne xuya ye.
Bi texmîna min ewê nabêna wan xera bibe. Erdogan merivekî pir kîndar e, ewê bixwaze heyfa xwe ji wan bigire. Di rojên pêş da emê îşaretên vê yekê bibînin.
Beşdariya kurdan ya Konferansa Munîhê ji bo kurdan serketineke. Dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî baş bû. Kurd bûn sitêrka Konferansê, ji her kesî bêtir bala medyaya cîhanê kişandin.
Bi taybetî jî samîmîyeta nabêna kurdan( Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Nêçîrvan Barzanî)û heyeta Amerîkayê, serokê Fransayê Macron tirk dîn kirine.
Medyaya tirk bi acizî, bi hêrs qala vê samîmîyeta nabêna kurdan û ewrûpiyan, amerîkiyan, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Robio û senator Lindsey Graham dike.
Yanî meriv kane bibêje di Konferansa Munîhê da kurd bi ser
ketin, dîplpmasiyeke baş kirin; tirk têk çûn, kesî guh neda zirt û boykota wan. Kurd yek sifir(1-0)li pêş in, lê maç hîn neqediya ye, dibê kurd xalîbîyeta xwe biparêzin
Ya muhîm di vê dîplomasiyê da, di warê siyasî da kurdan, Mezlûm Ebdî, Îlham
Ehmed û Nêçîrvan Barzanî ji Amerîkayê, ji Fransayê û ji ewrûpiyan çi xwestin û
wan jî çi soz, kîjan garantî dan kurdan?
Hêvî dikim daxwaza federasyonê û garantoriya Amerîkayê, Fransayê kiribin. Dibê daxwaza
kurdan ev be. Di seha navnetewî da destegav ê daxwaza kurdan heye.
Gerek kurd ji vê daxwaza xwe neyên xwarê; statuyeke netewî, qanûnî û
garantoriya Amerîkayê, Fransayê û hin dewletên din dibê miheqeq bixwazin.




Inga kommentarer:
Skicka en kommentar