14 februari 2026

Kurd çima dibin hevalên kesên wiha aqilê meriv nagire !

Endamê komîta merkezî ya PKK´ê Dûran Kalkan bala tirkan kişandiye ser talûkeya çêbûna dewleteke kurdî, gotiye:

”Dibê her kes baştir bibîne, baştir fêm bike, ewê bedelên hîn girantir bi Tirkiyê bidin dayin. Sevra duyem tê, zextê didin ser Îranê, li Îranê hin tişt dibin, dibê Tirkiye viya bibîne.”

Mêrik eşkere dibêje Sevra duyem di rêda ye, yanî Amerîka, Xerb dixwazin ji kurdan ra dewletekê ava bikin, dibê tirk vê talûkê bibînin û tedbîrê bigirin.

Lîderekî partiya ji bo serxwebûna miletê kurd ava bû, bi hezaran şehîd dane, îro li dijî serxwebûna miletê kurd e, ditirse dewleteke kurdan jî çêbibe. Dixwaze tirk vê talûkê bibînin, şîretê li wan dike, dixwaze tirk rê li ber çêbûna dewleteke kurdan bigirin.

Bi hezaran keç û lawên kurd ji bona Kurdistaneke ava bibe derketin çiyê, canên xwe feda kirin, Dûran Kalkan îro li dijî avabûna vê dewletê ye, dixwaze tirk nehêlin ava bibe.

Trajediya mezin hin kurdên hîn jî hevalên vî merivê antî kurd, vî dildarê dewleta tirk e hene.

Kurdek çawa kane hîn jî bibe hevalê kesên wiha aqilê meriv nagire...

XXX

Ayten Dersim jî di Medya TV’de gotiye:

“Kolanyîstên tirk tim dibêjin efendim PKK dixwaze devletê ava bike. Çavê me ne li dû avakirina dewletê ye, me ji zû da ye ew red kiriye, ji xwe dûr xistiye.”

XXX

Xortê hêja bangewazîyeke muhîm li kurdan dike, dibêje ji bo zarokên xwe dersên kurdî hilbijêrin.

Heftê 2 seet dersa kurdî helbet zulm e, qeşmeriyeke, rûreşiyeke dagirkerên tirk e.

Lê redkirina wê ne li kara me ye, bi sedhezaran zarokên me elîfbeya kurdî, xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibin baş e. Ji bo wê jî wan 2 seetan ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

XXX

Tirkan em pir êşandine, zulmeke zêde li me kirine. Cezayê muebetê dan bi sedan kurdên mezlûm. Piştî ceza diqede jî wan bernadin, bi salan êsîr digrin. Barbarîyeke bêemsal e. Dibê kurd vê zulma tirkan tu carî ji bîr nekin.
Bala xwe bidinê çi zulm anîne serê Besra Erol xanimê.

XXX

Aldar Xelîl dev ji kurdbûna xwe berdaye, nabêje em kurd in, dibêje "em sûrî ne, yên tên vir jî ne xerîb in, sûrî ne. Wê demê ferq çi ye?"

Vî xortê kurd bersîveke baş daye Xelîl Aldar.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar